ÎZMÎR - Girtiyên Girtîgeha Şakranê ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn, di roja 27'an de çalakiya xwe berdewam dikin. Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Îzmirê Selma Altan diyar kir ku girtî deek dirêjin rastî êrîşên li dijî rûmeta mirovahiyê tên.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê ya Aliaga bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin di 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçêbûnê kiribûn di roja 27’an de berdewam dike. Ji Girtîgeha Tîpa T2 a Şakranê 8, Ji Tîpa T3 jî 5 girtiyan di 15'ê Sibatê dest bi çalayika greva birçêbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Di 22'ê Sibatê de jî ji Girtîgeha Jinan a Şakranê jî 5 jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan a Îzmirê Selma Altan, der barê rewşa drawî ya girtiyan de agahî da û wiha got: "Girtiyan li ser piyan dijmêrin. Dema diçin hewcê û tên hundir jî pêlavên wan kontrol dikin. Girtiyên li Şakranê demek dirêje rastî êrîşa rûmete tên û li dijî rûmetea wan pêkaninên dijmirovahî tên kirin. Xwarina wan pir xerab e. Derman nadin girtiyên nexweş. Hemû mafên wan ên civakî ji destê wan hatiye girtin. Li Girtîgeha Kiriklarê ser hewşê hatiye girtin û nikarin hewayê bistînin. "
Altan, anî ziman ku parêzeran bi girtiyan re hevdîtin kirine û diyar kirine ku moralê wan baş e, lê hêj daxwazên girtiyan nehatiye bersivandin. Altan, da zanîn ku hêj girtî nikarin midûr û dozger bibînin. Altan ji parazvanên mafên mirovan û raya gişti xwest ku hestiyat tev bigerin.