ENQERE - Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 12'ê Adarê ya li Enqereyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir û bang li her kesî kir û xwest bi coşek mezin beşdarî Newrozê bibin û bêjin "Na".
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 12'ê Adarê ya li Enqereyê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev civîna meclîsa partiya wan diyarî hemû mirovên 22 sal beriya niha di komkujiyên Gazî û Umraniyeyê de, 13 sal beriya niha di komkujiya Qamişloyê de, 29 sal beriya niha di komkujiya Helebçepeyê de û 39 sl beriya niha di komkujiya zanîngeha Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.
Di encamnameyê de hat zanîn ku di 4'ê Mijdara 2016'an de darbeya desthilatdariyê pêk hatiye û di encamê de Hevserok, parlamenter, hevşaredarên wan, siyasetmedarên demokratîk dîl hatine girtin û hat gotin, têkoşîna wan a li qada hiqûq û siyasetê dewam dike. Meclîsa Partiyê bibîr xist ku 115 roj di ser serlêdana wan a li Dadgeha Destûra Bingehîn re derbas bû hêj serlêdana wan ketiye rojeva vê dadgehê û got, "Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku li hemberî zextên giran ên hikûmetê û Erdogan bisekine û xwedî li biryarên xwe derkeve."
HDP'ê, di encamnameyê de bal hat kişandin ser referandûma 16'ê Nîsanê bê kirin û destnîşan kir ku bi serketina dengê 'Na' dê her kesî bi ser bixîne û wiha got: "Di rojên pêş de wê pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin. Ji bo ku pîrozbahiyên Newrozê bi heman biryardarî, girseyî û di nava aştiyê de werin pîrozkirin, em ê bi erka xwe rabin. divê pîrozbahiyên demokratîk neyên astengkirin û pêşî lê neyê girtin. Em careke din bi bîra desthilatdariyê tînin, ku Newroz rojeke kevneşop a gelên li Rojhilata Navîn e, ku peyamên aştî, biratî û wekheviyê lê tên dayîn. Ev Newroz, ji bo gelên li dijî barbarên DAIŞ'ê têdikoşin, gelekî girîng e. Em ê bi vê berpirsyariyê rabin û li bendê ne ku rêveberên welêt bi heman berpirsyariyê rabin."
HDP'ê herî dawî destnîşan kir ku dê siyaseta demokratîk, bi biryar û bi hêvî; têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî û edaletê mezin bikin û xwest rêya her kesî vekirî be.