Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê şandin Enqereyê

SEMSÛR - 7'emîn runiştina doza JÎTEM'ê ya têkildarî 9 kesên 22 sal berê li Kerboranê hatin winakirin û li Mîdyatê dest pê kir, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê berdewam kir. Parêzerê dozê Erdal Kuzu, diyar kir ku rayedarên darazê armanc dikin ku dozê bidin ji bîr kirin û ser dosyayê bigirin. Dadgehê doz şand Enqereyê û taloq kir.

22 sal berê di 29'ê Cotmeha 1995'an li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê endamên JÎTEM'ê 3 jê zarok 8 kes revandin û winda kirin. Tevî 8 kesan çawişê pispor jî hat revanin. Rûniştina doza wan ku li Mîdyatê dest pê kir, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê berdewam kir. 7'emîn rûniştina doza JÎTEM'ê ya der barê windakirina 9 kesên li Kerbaranê hatin windakirin û kuştin, li Semsûrê berdewam kir. Di rûniştina dozê de malbaten kuştiyan Davut Altinkaynak (13), Seyhan Dogan (14), Nedim Akyon (16), Mehmet Emin Aslan (19), Abdurrahman Olcay (20), Abdurrahman Coşkun (21), Hikmet Kaya (24) û Suleyman Seyhan (57), parêzerê wan û parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim û endamên Komeleya NavendaEdalet û Hafizayê doz şopandin. Birayên Seyhan Dogan Miskan Dogan û Kadrî Dogan û birayê Nedim Akyon Ahmet Akyon, birayê Abdurrahman Coşkun Mehmet Cuşkun û keçaü Suleyman Seyhan Fehime Çelik li salonê parastin kirin. Xizmên windayan diyar kirin ku piştî leşkeran bi ser gund de girt û xizmên winda kirin careke din agahî negirtin. Fehime Çelik, anî ziman ku dema leşkeran ew birin qereqolê Fermandarê wê demê Mehmet Tire li wê da û darp kir. Çelîk, anî ziman ku dema Fermandar Tire li wê da, li gel wan leşkeren bi navê Haydar û Mahmut hebûn û wiha got: “Dema Tire li min dixist ez diketim ser wan. Wan leşkeran jî dîsa ez davêtim ber destê Mehmet Tire. Dema min bertek nîşanî wan da Mehmet Tire çêrên qirêj li min kirin. Piştre çavê min girtin û ez birim odeya din. Piştî çavê min girtin îşkenceya xerab li min kirin. Dema ez hatim berdan Fermandar Tîre got "Ger ku tu der barê îşkenceyê û min de bi axive, ezê te tazî bikim û li nava navçeyê bigerînim û gef li min xwar."

Fermandar Mehmet Tîre jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî runiştina dozê bû û got tiştekî wisa tune ye. Di rûniştina berê de hat xwestin ku Qeymeqam û dozgerê wê demê jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî dozê bibe, lê di vê rûniştinê de amade nebûn û beşdarî dozê nebûn.

Piştî şahit axivîn Prz. Erdal Kuzu, diyar kir ku ew parastina xwe ya berê dubare dike û wiha got: "Ez daxwazên xwe yên berê dubare dikim. Divê şahid Ali Arisoy û Emin Gultekin di rûniştinê de amade bibin û xwest bi bi riya SEGBİS'ê beşdar bibin. Divê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerbaronê jî li gel heyetê beşdarî keşifê bibe. Heyetê piştî navberê biryar da ku dozê taloqî 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bikin û rûniştinek din doz li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bêdîtin. Heyetê biryar da ku ji bo vê biryarê nivîs ji Dadgeha Enqereyê re bê şandin.

Prz. Erdal Kuzu, bertek nîşanî biryarê da û anî ziman ku bi vê yekê dixwazin ser dozê bigirin û dem di ser darizandinê re derbas bibe.