Dadgehê 27 sal û 6 meh li Hevşaredarên Erdîşe birî

WAN - Rûniştina doza Hevşaredarên Erdîşê Diba Keskin û Abdurrahman Çagan hat dîtin. Heyetê li Hevşaredaran bi giştî 27 sal û 6 meh ceza birî.

Rûniştina doza Hevşaredarên Erdîşê Diba Keskin û Abdurahman Çagan jî di navde 38 siyasetmedarên kurd ên ji ber di 12'ê Cotmeha 2015'an de rêveberiya cewherî îlan kiribûn û doz li wan hatibû vekirin hat dîtin. Rûniştina dozê li Dadgeha Ceazyên Giran a Erdîşê hat dîtin. Di rûniştinê de siyasetmedarên girtî bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bûn. Siyasetmedarên din jî di rûniştinê de amade bûn. Piştî siyasetmedaran parastin kir Parêzerên siyasetmedaran jî parastin kir û xwest muwekilên wan bên beraatkirin.

Heyeta dadgehê jî piştî navberê der barê Hevşaredar Abdurrahman Çagan ku berê ji ber tenduristiyê hatibû berdan û hevşaredara girtî Diba Keskin de bi îdîaya "Emdamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê ji bo her kesekî-ê 13 sal û 9 meh bi giştî 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê der barê 13 kesan de biryara beraatê da. Der barê 24 kesan de jî di navbera 1 - 5 salan de ceza birî.