MÊRDÎN - Yek ji wan navên girîng ê siyaseta kurd Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin got: “Ji bo tenduristiya min biryareke bi rîsk e. Temenê min bi têkoşîna aşitiyê re derbas bû.”
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û hat girtin, di parêziya xwe de tawanbarî qebûl nekirin. Yek ji wan navên girîng ê siyaseta kurd Ahmet Turk ê bi îdiaya “Endamê rêxistinê” hat girtin, der barê vana tawanbariyan de “Xebatkarên şaredariyê xizmên PKK'yiya ne", "Li Mintiqa Bênderê ya Çiyayê Bagokê çêkirina Goristana Bagokê", "Çêkirina polên pêşdibistana perwerdehiya zimanê dayikê dide" bersiv da.
‘JI BO TENDURISTIYA MIN BIRAYREKE BI RÎSK E’
Ahmet Turkê 74 salî yê li Dadgeha Cezayê Sulhê tawanbariyê arasteyî wî qebûl nekirin wiha got: “Ji bo tenduristiya min biryareke bi rîsk e. Temenê min bi têkoşîna aşitiyê re derbas bû. Bi salan ez ji bo gelê xwe xebitîmç Biryara der barê min de hatiye dayîn, qethiyen siyasî ye. Ez biryarên şahidên nepen qebûl nakim, bêbextî ne.”
Turk ê ku şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, bi rêya parêzerê xwe Erdal Kûzû got, ew ê îtiraza tawanbariyê hatine kirin bike. Kûzû diyar kir ku, lêpirsîn hîn jî didome û got, ji ber der barê dosyeyê de biryara nepen heye, beyana girtenameyê ji bo wan nehatiye dayîn.