COLEMÊRG - Li Colemêrgê û navçeyên wê 24 herêm wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hat îlankirin.
Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 24 herêmên girêdayî navenda Colemêrgê, navçeya Çelê, Gever û Şemzînanê wek "Herêma Ewlehiya Taybet" hatine îlankirin. Qedexeya li van herêman dê heta 28'ê Adarê saet 23.59.59'an bidome.
Navên herêmên hatine qedexekirin di malpera walîtiyê de cih digirin.