‘Di hizûra Xwedê de dibêjim em ê wî nekin serok'

MÊRDÎN - Li Nisêbîna Mêrdînê ya di dema qedexeyên derketina derve yên par de 6 taxên wê hatin serobinkirin, li dijî îktîdarê gel bi hêrs e. Bedia Akalan a her tiştên xwe winda kir wiha got: "Niha Erdogan dibêje 'ez ê bibim serok', lê di hizûra Xwedê de dibêjim: Em ê wî nekin serok."

Li Nisêbîna Mêrdînê, par wek îro qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ew qedexe 7 caran dem dem dubare hatibû îlankirin. Li gor daneyên sala 2015'an ên şaredariyê li taxên Kişla, Zeynelabîdîn, Abdulkadirpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê yên di dema qedexeyan de hatin serobinkirin 15 hezar û 914 avahî hebûn û her wiha di dema qedexeyan de 41 hezar û 927 welatî bêmal man. Lê li gel rûxandinê jî, nisêbînî her hewl didin malên xwe ji nû ve ava bikin. Welatiyên li ber malên xwe yên rûxandî rawestiyan, diyar kirin ku ew ê hesabê van tiştan hemûyan di referandûmê de bipirsin û gotin, ew ê bibêjin "Na".

Li navçeyê gelê ku mala xwe, eşyayên xwe û cîranên xwe winda kirin, dest nîşan kirin ku ew ê tu carî vê zilmê ji bîr nekin û di referandûmê de bibêjin "Na". Li Taxa Firatê, Bediha Akalan (51) a ku di dema qedexeyê de mala wê hindik hatibû texrîbkirin û nehat rûxandin, ji bo dubare vegere mala xwe wê ji nû ve çêdike. Akalan, di dema qedexeyê de ji neçarî li mala keça xwe ya li Êlihê dima, niha li bendê ye ku tadîlata avahiya wan temam bibe. Akalan, diyar kir ku berê li bin avahiya wan dikaneke wê hebûye û got, li gel hemû birçîbûn, xizanî û her tiştî jî ew li ber xwe didin.

‘ME NIZANIBÛ KU DER BARÊ ME DE FERMAN HATIYE DAYÎN'

Akalan, roja destpêka îlankirina qedexeyê wek "fermanê" bi nav kir û wiha axivî: "Dema em çûn me nizanibû der barê me de fermanek wisa hatiye dayîn. Me got, dê 20 roj an jî mehekê dê bidome, paşê dê qedexe bi dawî bibe û em ê vegerin malên xwe. Hemû eşyayên li mala me hatin şikandin. Heta bi pênûsên zarokên me jî birine. Bi buhayê 15 hezar TL'î eşya di malê de hebû. Qedexe 4 meh û nîvan domand, paşê dora taxa me bi têlên rêsayî hat dorpêçkirin. Bi mehan destûr nedan ku em biçin malên xwe."

‘DI HIZÛRA XWEDÊ DE DIBÊJIM: EM Ê WÎ NEKIN SEROK'

Akalan bal kişand ser referandûmê û wiha got: "Niha Erdogan dibêje 'ez ê bibim serok', lê di hizûra Xwedê de dibêjim: Em ê wî nekin serok. Heta em sax bin em ê jê re bibêjin 'Na'. Ewqas tişt hatin serê me, bêyî tirs em jê re dibêjin 'Na'. Ew ji van tiştên hatin serê me berpirsiyar e. Malên me, bajarê me rûxand hîn doza çi li me dike? Sedema vana hemûyan; ji ber ku em kurd in. Xwedê ev ziman daye me. Êdî bes e, bila dev ji me berdin. Em ê di gorên xwe de jî jê re bibêjin 'Na'. Piştî evqas tiştan ez ê çawa bibêjim 'Na'."

‘ZILMEK MEZIN LI ME KIRIN'

Gulê Aslan bêyî tiştekî wergire, di dema qedexeyan de ji malê derdikeve û dema vedigere mala xwe rastî tu eşyayên xwe nayê. Gulê, li kuçeya xwe ya wêranbûyî dinihêre û wiha dibêje: "Zilmek mezin li me kirin."

Aslan, dest nîşan kir ku baweriya wan bi vegotinên çêkirina mal-bajarê nû nayê û got, dê ji wan re mal neyên çêkirin. Aslan, tiştên hatine serê wan bi bîr xist û wiha got: "Piştî rûxandineke evqasî mezin em ê çawa ji wan re bibêjin 'Erê'.

Dîcle Muftuoglu / Aynur Înedi - dîhaber