DÎLOK- Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Dîlokê Guler Erat diyar kir ku amadekariyên wan ên Newrozê bi dawî dibin û got: "Gel li benda coşa Newrozê ye. Demek dirêj e her şahî û mitîngên me hatine qedexe kirin. Gel dê vê stres û qedexeyê bi pîrozbahiya Newrozê ji holê rake."
Li Dîlokê amedekariyên Newrozê dest pê kirin. Komîteya amedekar a Newrozê hat avakirin. Hunermed hatin diyarkirin, ji bo parastina qadê ciwan hatin peywirdarkirin. Serlêdana ji bo qada Newrozê hêj ji aliyê Waliyê Dîlokê ve nehatiye erêkirin. Seroka Komîteya Amadekar û Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat, der barê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê agahî dan. Erat, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo Newrozê dest pê kirine û wiha got: “Me komiteya Newrozê amade kir. Hunermend hatin diyarkirin, pankart û ewlehiya me amade ye.”
‘WALÎ ISRAR DIKE KU DI 21’Ê ADARÊ DE BÊ PÎROZ KIRIN’
Erat, da zanîn ku wek her bajarê Kurdistanê li Dîlokê jî qedexe hene û wiha axivî: “Xala ku em têde zehmetiyan dikişinin, nedana qadê ye. Walî israr dike ku di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Em ê di 19’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin û ji bo wê rojê serlêdan bikin.” Erat, dest nîşan kir ku yek ji pirsgirêkên din jî dayîna qada Newrozê ye û wiha axivî: “Em dixwazin li cihê vekirî pîroz bikin. Me daxwaz kir ku em li Qada Demokrasiyê pîroz bikin. Lê ev qad bi hinceta 'Tenê serokomar, serokwezîr, hevserok dikarin li wir mitîngê bikin' hat nîşandan. Lê wek em dizanin di 8’ê Adarê de ew cih ji bo pîrozbahiyê dan muxalîfên Suriyeyî. Em ê ji bo vê jî serlêdanê bikin.”
‘EM Ê JI BO QADA ÎSTASYONÊ ISRAR BIKIN’
Erat, da zanîn ku ew dixwazin li Qada Îstasyonê pîroz bikin lê ev 2 sal e li wir tadîlat heye û wiha domand: “Me di 10'ê Adarê de serî li Walîtiyê da. Lê wan qada jora bajar a cem kompleksa sporê da me. Lê ew der pir dûr e û em nikarin gel bibin wir. Em ê ji bo qada Îstasyonê dîsa serlêdanê bikin.” Erat, diyar kir ku dema ew ji bo hilbijartinê diçin nava gel her kes pirsa Newrozê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel li benda coşa Newrozê ye. Ev demek dirêj e her şahî û mitîngên me hatine qedexe kirin, ev stres dê bi coşa Newrozê ji holê rabe. Em ê îsal 'Na'yê bi coşa Newrozê xurt bikin û Newrozê bi şiara ‘Em ê teqez serbikevin’ pîroz bikin.”