Turkdogan: Divê mirov bi awayekî "Hiqûqa mirovahiyê" nêzî bajarên kurdan ên hatin xerakirin bibe

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk turkdogan diyar kir ku rapora ji aliyê NY’ê ve hatiye amadekirin dişibe raporan wan û wiha got: “Rapor dikare ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY’ê ve bê nîqaşkirin. Divê mirov bi awayekî "Hiqûqa mirovahiyê" nêzî bajarên kurdan ên hatin xerakirin bibe.”


Nîqaşên li ser rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a derbarê hilweşîna li bajarên kurdan de hatiye amadekirin berdewam dike. Rapora NY’ê ya hatiye weşandin dişibe rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a derbarê xirakirinên li bajarên kurdan hqatine amadekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ku piştî rapora Cizîrê bû hedefa Serokomar Tayîp Erdogan derbarê raporê de nirxandin kirin.

'KONSEYA EWLEHIYÊ YA NY’Ê DIKARE NÎQAŞ BIKE’

Turkdogan, da zanîn ku ev rapor ji ber yekemîn rapore pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan a NY’ê tê kirin gelek girînge, dibe berdewama raporan bê û wiha got: “Ger NY li ser vê raporê bifikire ku derbarê Tirkiyeyê de lêpirsînek baş nehatiye kirin, dê bişîne Konseya Ewlehiyê ya NY’ê û konseya ewlehiyê dikare vê nîqaş bike. Ger biryar bigire dê ji serdozgerê Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) re bişîne. Ji bo Tirkiye bê cezakirin jî divê 5 endamên daîmî yên NY’ê veto nekr. Nizanik dê rewşek wiha derbikeve holê yan nal ê li gorî rewşa siyasî ye. Heta niha operasyonên li dijî bajarên kurdan rexne kir û bal ne kişand ser cihekî din. Ji ber wê em nikarin bi erênî bifikirin.”

'RAPOR NÊZÎKATIYA LI DIJÎ KURDAN NÎŞAN DIDE’

Turkdogan, diyar kir ku bi rapora NY’ê re tiştên li bajarên kurdan hatin jiyîn dijwariya xwe nîşandaye û wiha pêde çû: "Divê pevçûnên li tirkiyeyê hatine jiyîn di çarçoveya ‘Hiqûqa mirovahiyê’ de bê destgirtin. Ev rapor vê nîşanî me dike. Li vir şerê bi çekan û hilweşîna radixe berçavan. Ev rapor ji bo rawestandina şer girînge. Nîqaşkirina vê raporê tê wateya dîtina nêzakatiya li dijî kurdan û şere. Ji bo pêvajoya darizandina berbirsyarên li Tirkiyeyê jî dibêjin ku em bi pevajoya aştiyê re berê xwe didin darizandina wan. Ger aştî pêk bê wê demê dê dad derbikeve holê. Dema şer bidome lêgerîna dadê encam nade.”

'JI BO RASTÎ NEYÊN VEŞÊRIN DIVÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Turkdogan, anî ziman ku ji bo li ser qetlîamên li bajarên kurdan neye veşartin rapor gelek girînge û wiha domand: “Ev raporeke cîhanî ye. Der baş lê bê nêrîn bi israr cih dide polîtîkayên bêcezakirinê. Ji ber li peywirdarên dewletê lêpirsîn nayên vekirin tê rexnekirin. Dixwazin heyetan bişînin. Ger heyet bên dê derbarên tiştên çêbûne de agahiyên berfirehtir bên girtin. Ez îro ji bajarê Şirnexê vedigerim. Ez beriya salekê li wir bûm ji bo rapora Cizîrê. Hêjî şopên hilweşîne li cihê xwe ne. Li ber roparê ku xirabe hatibûn danîn park tê çêkirin. Wan cihan vediguherînin. Dixwazin li ser rastiyan de bigirin û delîlan winda bikin. Beriya ku dem derbas bibe divê heyet bên Tirkiyeyê. Divê lêkolînên pêwîst li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê bên kirin. Hêjî nasnameya 50 kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dane nehatine tespîtkirin.”

'PARASTINA SIVÎLAN HAT ÎXLALKIRIN’

Turkdogan, balkişand ser “Hiqûqa mirovahiyê” ya di dema şer û şerênavxweyî de parastina sivîlan bê kirin û wiha axivî: “Ev rapor yekemîne. Raporên ku li ser vê dê bên amadekirin dema bên weşandin dê bibandortir bibe. Lê divê bi taybet cihên hilweşîn lê çêbûne di çarçoveya ‘Hiqûqa mirovahiyê’ de bên destgiritn. Divê li gorî 3’yemîn madeya Hevpeymana Cenevreyê nêzîk bibin. Ev hiqûqa şer sererast dike. Parastina sivîlên li welat dike. Ji bo Cizîr, Sûr, Şirnex, Silopî û Nisêbîne ya girîng ‘hiqûqa mirovahiyê’ ye. Lê li van bajaran sivîl ne hatin parastin û hevpeyman hat îxlalkirin. Ger di çarçoveya ‘Hiqûqa mirovahiyê’ de nêzîk bibin dê şer neyê domandin. Wekî di rapora NY’ê de jî diyar dibe li cîhanê tê nîqaşkirin. Dê mekanîzmayên pêkanîna bikevin dewrê. Dê ji bo bi dawîbûna şer bibe alîkar. Lê ligel hemû tiştî qanûnên Tirkiyeyê hene. Li ser qada navneteweyî pêkanîna aştiyê zehmete. Ya girîng pêkanîna dada di nava welat de ye. Divê Tirkiye di çarçoveua qanûnên xwe de bersûcan derxîne pêşberî dadgehê.”