ŞENGAL- Bi hezaran welatiyên ku ji Rojava û Şengalê hatin Xanesorê, ber bi çeperên komên çekdar ên girêdayî PDK’ê ve dest bi meşe kirin. Piştî meşê komên girêdayî PDK’ê li ser komê gule reşandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê Girseya gel a ku duh ji Rojava bi armanca piştgiriya berxwedana Şengalê hat Xanesorê, serê sibehê li bajarokê Xanesorê kom bûn. Li vir welatiyên ji Xanesorê, Serdeştê û gundewarên Şengalê jî tevlî girseyê bûn. Girseya ku li ber avahiya PADÊ’ê civiyan, alên YBŞ, YJŞ, PADÊ, TAJÊ, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ala Meclîsa Suryaniyan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Meclîsa Êzidiyan, Mala Êzidiyan vekirin.
Bi hezaran kesan piştre bi karwanekî ku ji 100 wesayîtan pêk tê, ber bi çeperên komên çekdar yên ser bi PDK’ê ku di 3’yê Adarê de êrîşî Xanesorê kiribûn ve derketin rê.
Li derbasgeha bajaroka Xanesorê de jî, bi hezaran kes ji wesayîtan peyabûn û dest bi meşê kirin. Di meşê de rêveber û endamên Meclîsa Hesekê, Kongreya Star, Meclîsa Suryaniyan, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Meclîsa Avakar a Şengalê, PAD’ê, TAJÊ, Tevgera Ciwanên Şengalê jî cihê xwe digirin.
Meşa ku jin, zarok, ciwan, pîr û kal bi rengên xwe cîh digirin, berdewam dike.
LI SER GEL GULE REŞANDIN
Bi hezaran kesên ku ji ber avahiya PADÊ’ê bi karwanekî ku ji 100 tirimpêlan pêk tê, ber bi çeperên komên girêdayî PDK’ê ku di 3’yê Adarê de êrîşî Xanesorê kiribûn ve derketin rê, li derketina Xanesorê dest bi meşê kir.
Girseya ku ji noqteya dawî ya şervanên YBŞ’ê derbas bû, pankartên wekî, “Li ser soza şehîdan wê têk biçe îxanet”, “Xweseriya Şengalê rê nade çeteyên Barzanî û Erdogan” vekirin. Girseyê dirûşmeyên wekî, “Bimre îxanet”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek yek ye gelê me yek e”, “Yeke yek e êzidxan yek e”, “Êzidxan yek e yek e hol hola Tawusê Melek e” berz kirin. Bi hezar kes dema gihîşt noqteya komên PDK'ê ji aliyê koman PDK'ê ve hatin rawestandin. Endamên PDK'ê bi tirimpêlên zirxî û rê girt û nehiştin derbas bibin. Piştî demekê jî bi ser gel de gule barandin û bi ava şidayî êrîş kirin. Girseya gel jî li hemberî êrîşî dirûşme berz kirin û nerazîbûn nîşan da. Aloziya li herêmê didome.