Di şewata çadirê de zarokekî penaber şewitî

KERKUK - Li wargeha penaberan a li navçeya Leylan a Kerkûkê agir bi çadirekek penaberan ket. Di şewatê de zarokekî penaber jiyana xwe ji dest da.

Şevê din li wargeha penaberan a li navçeya Leylan a Kerkûkê agir bi çadirekê ket û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da. Rêveberê polîsên navçeya Leylan Fetah Baweyî, agahî da ajansa ROJ Newsê û diyar kir ku şevê din li wargeha penaberan a Leylan ji ber agirgirtina sobeyekî çadir şewîtî. Di şewatê de zarokek temen du sal û nîv jiyana xwe ji dest daye. Fetah Baweyî anî ziman ku dema agir bi çadirê ketî zarok tenê di hindirê çadirê de bûye û zarok tenê di çadirê de bû. Dayik û bav li derve bûn. Piştî agir bi çadirê ket nekarîne zarok ji çadirê derxînin û rizgar bikin.