Vê carê jî Avusturyayê xebatên Tirkiye asteng kir

NAVENDA NÛÇEYAN - Hêj aloziya dîplomatîk a di navbera Holanda û Tirkiyeyê de neqediya. Piştî niqaşên di navbera Tirkiye û Holanda de didome niha jî Avusturyayê xebatên kampanya hilbijartinê ya Tirkiye asteng kir.

Aloziya di navbera Tirkiye û welatên Ewropa her ku diçe belav dibe. Piştî ku Almanya, Holanda û Belçîka xebatên Tirkiye yên hilbijartina refarandumê asteng kir, niha jî Serokwezîrê Avusturyayê Christian Kern got ger wezîrên Tirk bixwazin li Avusturyayê kampanyayên hilbijartina referandûmê bimeşînin, ew dê asteng bikin. Serokwezîr Kern di derbarê mijarê de bersiv da pirsên rojnamegeran û got: "Ji ber ewlehiya raya giştî ez ê hewil bidim ku hewildaneke wisa asteng bikim."