WAN - Mehmet Fatîh Çelîkel ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bêgirê hatiye kirin Mêvanxaneya Jinan a Sara girt.
Qeymeqamê navçeyê Mehmet Fatîh Çelîkel ê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Bêgira Wanê hatiye kirin, Mêvanxaneya Jinan a Sara ku ev 2 sale li navçeyê xizmet dide girt. Piştî mêvanxaneya ku xizmet dida jinên dihatin navçeyê hat girtin amûrên wê birin Firana Gal a Şaredariyê.