WAN - 9 cenazeyên ku ji Bedlisê anîn Wanê û hat zanîn ku yên HPG'iyan e, ji ber ku malbatan nekaribû wan teşhîs bike dê wan li Goristana Bêkesan defin bikin.
Li geliyê Şex Cuma yê Bedlisê di 22'ê Sibatê de êrişa hewayî pêk hatibû. Di êrîya hewayî de hat diyar kirin ku 10 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 10 kesan ji Bedlise anibûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê. Hat zanîn ku cenazeyên 9 kesên tê diyarkirin ku yên HPG'iyan in, dê wan li Goristana Bêkesan defin bikin. Cenazeyên 15 rojin li Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê tên rawestandin û ji ber leşê wan perçe bûye malbatan nekarîbû nas bikin. Malbatên ku nekaribûn cenazeyan nas bikin ji bo teşhîsê mînaka xwînê dan û xwestin bi riya testa DNA bê teşhîskirin. Malbatên ku duh çûn nexweşxaneyê û xewstin encamê ferê bibin, polisin ji wan re got ji ber cenaze nehatine teşhîskirin dê li Goristana Bêkesan bê definkirin.
Tê payin ku di nava rojêde cenazeyan li Goristana Bêkesan a Seyrantepe defin bikin.
ZEXTAN LI LAMBATAN DIKIN
Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn nexweşxaneyê rastî gefên polîsan ên “Hûn çima tên? Kî we dibe û tîne? Kî li vir dibe alîkarê we?” hatin. Malbata Enes Keçî di 3'ê Adarê de cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû û cenaze li gundê Heciyan ê Navçeya Kanîreşa Çewlikê defin kiribûn.