SERT/ EDENE - Di serdegitinên malan ên li Sêrt û Edeneyê de 3 kesên ku rêveberên HDP'ê jî di nav de hene hatin binçavkirin.
Li Sêrtê polîsan hemwext bi ser malan de girtin. di operasyona ji aliyê koma girêdayî Fermandariya cendirmeyan a Bajar ve hat destpêkirin de Rêveberê HDP'ê yê bajar Mehmet Polat û Rêveberê Navenda HDP'ê yê navçeyê Hayrettîn Ozdemîr hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Polat û Ozdemîr bi hinceta "endamên rêxistinên e" û ji bo lêpirsînê ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajar.
EDENE
Li Edeneyê jî polîsên ku li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê lêgerîn pêk anîn, welatiyê bi navê Ahmet Bahadir lê li kafeyekê rûniştîbû bi hinceta di çarçoveya lêpirsîna li Ceyhanê de derbarê wî de biryara girtinê heye hat binçavkirin. Hat zanîn ku Bahadir li Midûryeta Polîsan a Bajar tê ragirtin.