STENBOL/ MÊRSÎN - Li Stenbolê û Mêrsînê bi boneya 14’ê Adarê Cejna Bijîşkan odeya tabîban û rêxistinên tendirûstiyê daxuyaniyek dan û polîtîkayên hikûmtê yên tenidrûstiyê rexne kirin. Tendirûstvanan bal kişand ser referandumê û diyar kirin ku ew ê dengê ‘Na’ bikar bînin.
Kedkdarên tendirûstiyê yên li Sîlîvriyê dixebitin ji ber 14’ê Adarê Roja Cejna Bijîşkan li Qada Peravê Sîlîvriyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên HDP, HDK û CHP’ê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Ji bo kedkarên ku peywira xwe pêk dianîn û jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin hat girtin.
Nûnerê Yeketiya Tabîbên Tirk ê Sîlîvriyê Bijîşk Fethî Bozçali, diyar kir ku her ku diçe di qada tendirûstiyê de şert û merc zehmet dibin û zextên li ser kedkarên tendirûstiyê jî zêde dibin. Bozçali, da zanîn ku ji ber xizmeta tendirûstiyê ya nebaş hêjnara kesên serî li beşa lezgîn didin zêde dibe û wiha got: “Li beşên lezgîn em rastî şîdetê tên. Em dixwazin ev şîdete bi dawî bibe. Em ji xizmeta 5 deqeyan a tendirûstiyê re dibêjin Na.”
Yek ji Bijîşkên Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîvriyê Meltem Irmak dsaxuyanî xwend û wiha got: “Roja 31 xebatkar rastî şîdetê tên. Bi KHK’ên hatine derxistin kedkar tên îxraçkirin. Divê saetên xebatê ji 56 saetan zêdetir nebe.”
Daxuyanî bi xwendina helbesta Dayîka Şeker a 113 salî bi dawî bû.
MÊRSÎN
Odeta Tabîban a Mêrsînê jî li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê komê Serokê Lijneya Rêverbir Ful Ugurhan daxuyanî xwend. Ugurhan, da zanîn ku bi OHAL’a hatiye îlankirin re pêkanînên bêmafî û bêhiqûqî zêde bûne û wiha axivî: “Em dixwazin ku kedkarên bi KHK’ê hatine îxraçkirin bi awayekî adilane bên darizandin û karê wan paşde bê vegerandin. Em ji pêkanîna tendirûstiyê yên ku ev 14 salin didomîn re di 14’ê Adarê de carek din dibêjin Na.”