STENBOL - Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Midûrê Karên Nîvîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, parastin kir û got: "Di bin çavan de gefa 'Em dê we weki Musa Anter bikujin. Em dê we bavêjin bîrê asîtê' li me xwar. Em rojnameger in. Em nikarin wekî sê meymûnan bilîzin û bêjim me nedît, nebihîst û nizanim."
3'emîn Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku piştî îlankirina OHAL'ê bi hêjmara 668'an a KHK'ê hat girtin û endamên şêwirîna Lijneya Weşanê Necmiye Alpay, Asli Erdogan, Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya hatin girtin û berdan û der barê Necmiye Almap, Asli Erdogan, Zana Kaya, Ragip Zarakolu, Filiz Koçali, Eren Keskin, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Bilge Oykut de doz hat vekirin, li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya ku 204 rojin girtî tê darizandin û nivîskarên rojnameyê Asli Erdogan, zimanzan Necmiye Alpay prz Eren Keskin ên serbest tên darizanin amade bûn. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili ku girtî tê darizanin bi riya SEGBİS'ê beşdar bû. Gelek parêzer û endamên Rêxistina Parastina Rojnamegeran (CPJ) doz şopandin. Rûniştina dozê bi parastina Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya dest pê kir. Kizilkaya bi awayekî nivîskî parastin kir û parastina wî ya nivîskî hat xwendin.
Kizilkaya di paratina xwe de anî ziman ku Rojnamegerî ewe ku agahiyên ku kes nikaribe biweşîne û nayê bihîstin û zanîn biweşîne ye û wiha got: "Ez li pêş ked û bîranina rojnamegerê û Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş, rojnameger û nûçegîhanê Yenî Şafakê Şafak Canbaz û 4 rojnamegerên Suriyeyî yên hatin kuştin bi hurmetî bejna xwe ditewînim. "
'EM DÊ WE WEKÎ ANTER GEBER BIKIN'
Kizilkaya, bal kişand ser serdegirtina rojnameyê û wiha got: "Di 16'ê Tîrmeha 2016'an de der barê rojnameya Ozgur Gundemê de biryara girtinê hat dayîn. Di heman rojê de polîsên bi rûpoş û çek bi ser avahiyê de girtin. Polîsan bi siloganên "Hûn dê hêza dewletê bibînin" bi ser avahiyê û beşa edîtoryaya rojnameyê de girt. Polîsan hevalên me darp kir. Gotinên qirêj û neheqî li hevalên me kirin. Piştre bi bêdanê em binçavkirin. Di maşîneyên polîsan de jî em rastî lêdanê hatin. Ez û Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya bi maşîneyek din binçavkirin. Kelepçeya ters li destê me xistin. Polîsan em li erdê dirêj kirin û 6-7 saetan li me dan. Gefên ‘Em dê we wekî Musa Anter geber bikin, Di bîrên asîtê de winda bikin" li me xwarin. Em nêzî hefteyekê li Qereqola Esenlerê li warê ku dişibiya govê hatin binçavkirin. Em di 22'ê Tebaxê de derxistin pêşberî dadger û ez û Zana kaya hatin girtin. Di 26'ê Tebaxê de dema em birin Girtîgeha Tîpa F a Silivriyê em bi zorê hatin tazîkirin. Dema ez li dijî vê yekê derketim ez rastî îşkence û tacîzê hatim. Ji wê rojê heta niha du hucreya 2 kesan de di bin tecrîdê de têm girtin."
NAMEYÊN MIN HATIN DESTESERKIRINW
Kizilkaya, anî ziman ku 7 mehin nameyên wî tên sînorkirin û wiha berdewam kir: "7 mehin nameyên min tên sînorkirin. Nameyên min ji Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC) û Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) re şandin hatin desteserkirin. Pirtûkên ku ji derve li ser navê min tên şandin nadin min. Rojnameyên Birgun, Cumhuriyet, Evrensel, Ozgurlukçu Demokrasi, Aydinlik û Sozcu nadin min. Heta meha kanûnê tenê bi riya TRT1 agahiya min ji derve çêbû. Di ziyareta malpar û parêzeran de rastî neheqî û tacîzê hatim." Kizilkaya, da zanîn ku di girtîgehê de gelek neheqiyên dijmirovahî îşkence li wî tê kirin û rastî gefan tê. mafê wî ji destê wî hatiye girtin. Kizilkaya bilêv kir ku gardiyan nehiqiyên wekî "Tu terorîst e" li wî dikin û mafê wî yê parastinê ji destê wî digirin. Kizilkaya ,anî zinan ku piştî hewldana darbeyê bi ser avahiya wan de girtin û ger ku darbe bi ser ketibûya tiştê bi serê wan de bihatina niha dîsa tê serê wan. Kizilyaka, bilêv kir ku hikûmeta roja darbeyê wekî Cejna Demokrasiyê îlan dike sazî û dezgehên weşanê digire û ev yek li dijî demokrasiyê ye û wiha berdewm kir: "Rojnameger, nivîskar, siyasetmedar akademîsyen tên girtin. Arşîv û avahiya rojnameyê hat desteserkirin. Mafê parastinê ji destê me tê girtin. Em ji ber rojnamegeriya xwe hatin girtin û tên darizandin. Mafê gel ê agahiyê heye û me ev mafê parvekirin û ragihandinê bikar anîye. Ez heta niha di bin tecrîdê de bûm û di di nava şert û mercên tecrîdê de hatime li vir parastinê dikim."
Kizilkaya bal kişand ser pêkanînên KHK'ê û da zanîn ku piştî îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê 25 kesan înthiar kir, 16 qanalên TV, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, hatin girtin û bi giştî 177 saziyên çapemeniyê hatin girtin û wiha got: "Lîsansa 29 matbayan betal bû. Nêzî 150 rojnameger hatin girtin. Mixabin di girtina rojnaemgeran de Tirkiye di rêza pêşî ya cîhanê de ye. Rojname ji ajansên wekî AA, DHA, DİHA, JİNHA û saziyên nûçeyan nûçeyan kom dikin û piştî pêvajoya edîtoryayê di rojnameyê de diweşînin. Beyî ku gahî bên guhertin û piştî agahî hatin teyîtkirin di rojnameyê de tên çapkirin. Edîtorya mudaxaleyî rastî û bêaliya nûçeyê nake. Divê rojnamegerek ji ber pîşe û karê xwe neyê girtin û neyê darizandin.
Piştî hilbijartina giştî ya 2015'an û piştî pêvajoya muzakere û çareseriyê bi dawî bû em dîsa rastî pêvajoya şer û tundiyê hatin. Memeseya kurd dîsa wekî pirsgirêka sereke cihê xwe girt. Em di vê pêvajoyê de rastî taxrîbatên giran ên mafên mirovan hatin. "
BAJAR HATIN XERAKIRIN CENAZE LI ERDÊ MAN
Kizilkaya destnîşan kir ku piştî pêvajoya çareseriyê hat xerakirin şer pêş ket û wiha berdewam kir: "Bajar hatin werakirin û wêrankirin. Caneze li erdê man. Mirov di malên xwe de hatin hepiskirin. Me ev rastî kir nûçe û belav kir. Me tundiya bê kontrol û sînor kir nûçe. Tiştê ku li ser axa me pêk hat ne pêkan e em wekî rojnamegerekî nebînim û nedin xuyakirin. Nedîtin û nebihîstin li dijî sincê rojnamegeriyê ye. En nikarin ji kesek aciz bibe û hêrs bibe ser van rastiyan bigirin û rastiyan veşêrin. Karê rojnameger rastiyan wekî wê bi xwîner û cemaweriyê re parve bike. Dîrok rastiya civakê datîne pêş civakê. Ger ku bi sansur, veşartin berovajîkirinê bê weşandin ev nabe rojnamegerî. Me nekarîbû rola 3 maymûnan bilîsta. Me nekarîbû bêjin me nedît, nebihist û nizanin. Me hewl da yê heyî bidin xuyakirin û cemaweriyê zane û ronî bikin. Me xwest dengê nayê bihîstin bidin bihnîstin û bûyerên nayê zanîn bidin zanîn. Karê rojnamegeriyê jî eve. Rojnameger û rojnamegerî divê cih bide wekheviya zayendî û notir tev bigere. Li hemmerî mafên karker, betal, kurd, ciwan, zarok, jin, penaber, reşik û ên din hestiyar û bi hurmet tev digere. Yên ku medya navendî wan nabîne derdê wan ji bo xwe dirke derd. Karê rojnamegeriyan bibe dengê muxalifan û bi nerîna lêpirsîn, lekolîn ronîkirin û zelalkirinê tev digere. Rojnamegerek nikare rola sê maymûnan bilîze. Me wekî pîvan û rojla rojnamegiyê tev geriyan."
EZ ŞOPDARÊ KEVNEŞOPIYA ROJNAMEGIYA AZAD IM
Kizilkaya, herî dawî anî ziman ku ew li gorî maf û ewlehiya ku zagon û sincê rojnamegeriyê tev geriya ye û bi riya çapemeniyê civak ronî kiriye û mafê civakê yê parvekirina agahiyan pêk pêk anîye û wiha got: "Ez şopdarê kevnewoşipa rojnameger Musa Anter, Ferhat Tepe, Huseyin Deniz, Hrant Dink, Metin Goktepe, Ahmet Taner Kişlali û Ugur Mumcu yên di rêya kevneşopiya çapemeniya azad de tev digeriyan tev digerim. Piştî me nobeta Gerinendeya Giştî da destpêkirin der barê min de 92 lêpirsîn û doz hatin vekirin. Ez hêj ji van dozan girtî têm darizandin. Ev li dijîhiqûqê ye.
Bijî edalet, azadî û aştî.
Rojnamegerî ne sûc e.
Ji rojnamegeran re zadî"
Piştî Kizilkaya parastin kir, nivîskar Asli Erdogan, Prz. Eren Keskin, Rojnameger Kemal Sancili parastin kir. Piştî parastinê heyetê der barê Kizilkaya û Sancili de biryara berdewama girtinê da. Heyetê dîsa biryar ta ku rojnamegerên hatine berdan bi şertê berdana kontrola edlî darizandina wan berdewam bike. Heyetê doz taloqî 22'ê Hezîranê kir.
Dema Kizilkaya ji salonê derket silogana “Edalet di qesrê ne hilnayê. Dê Heqîqet serbikeve berz kir.