Serlêdana ji bo Baluken hat kirin har redkirin

AMED - Îtîraza ji bo girtina Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Baluken hat kirin hat redkirin.

Piştî desnedayîna parlamenterên HDP’ê hat rakirin, îtîraza ji bo girtina Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken ê di 4’ê Mijdara 2016’an de girtin, di 30’ê Çileyê de bi biryara navberê ya dadgehê hat berdan û di 21’ê Sibatê de carekdin hat girtin hat redkirin. Parêzera Baluken Reyhan Yalçindag, bi daxwaza rakirina biryara girtinê ya 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê da û serlêdana Yalçindag hat redkirin.

Dadgehê hinceta redkirinê bi gotina di biryara girtinê de “ne li dijî qanûna û usûlê ye” parast.