ENQERE - Nuriye gülmen û Semîh Ozakça, yên ku bi KHK’ê hatin îxraçkirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin û ev 5 rojbûn di bin çavan de bûn hatin berdan.
Çalakger Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi biryara KHK'ê hatin îrxackirin, li ser Kolana Yukselê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û beriya çend rojan dema xwestin ragihînin ku dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin beriya 5 rojan hatin binavkirin.
Gulmen û Ozakça ku di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Kedkarên ku îfadeyên wan hatin girtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.