ŞIRNEX - Li gorî agahiyên hatin bidestxistin leşkerên TSK'ê û cerdevanên herêmê ji bo li Çiyayê Gabarê dest bi operasyek mezin bikin dest bi amadekariyan kirine.
Li Şirnexê hat zanîn ku ji bo operasyonek berfireh a leşkerî ku dê li çiyayê Gabarê pêk were amadehî tên kirin. Ji çavkaniyên herêmê hat ragihandin ku di 3 rojên dawîn de leşkerên Qereqola Cendermeyan a Qesirgê bi cerdevanên bajarokê re civînan li dar xistine û amadehiyên operasyona leşkerî dikin. Duh jî bi gelek maşineyên zirxî sewqiyatek leşkerî ji bo herêmê hatibû kirin.
Her wiha, operasyona leşkerî ya ku beriya 4 rojan li hember herêmên Sineht, Mêrge Şîşê, Kehnî Fireşkê û Girê Helizê yên Çiyayê Heftenînê pêk hatiye bi dawî bûye lê dem dem ji Qereqola Fermandariya Cendermeyan a Gulyazi li dijî Çiyayê Heftenînê topbaran pêk tê.