Heyeta dadgehê: Hûn nifiran li Serokomar bikin em dê mudaxale bikin

STENBOL - Rûniştina doza berpirsiyarên kuştina Hrand Dink li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Heyeta Dadgehê bersûc Ali Fuat Yilmazer hişyar kir û got: "Tu nifran li serokomar bike ez dê neçar bimînin ku mudaxale bikim."

Rûniştina doza bersûcên kuştina Rojnameger û Gerînendeyê Geştî yê Rojnameyê Agosê Hrand Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştina doza li bersûc Ramazan Akyurek, Celalettin Cerrah, Ahmet Îlhan Guler ve Engîn Dînç de hatibu vekirin berdewam kir. Di rûniştina dozêde bersûc Alî Fuat Yilmazer û Ramazan Akyurek ên girtî tên darizandin û Reşat Altay amade bûn. Bersûc Hamdi Egbatan, Osman Gulbel, Yasin Hayal, Ozkan Mumcu, Ogun Samast, Mehmet Alî Ozkilinç, Şukru Yildiz jî bi riya SEGBiS'ê beşdarî dûriştina dozê bûn.
Şahid u polîsê Daîreya Îstîxbaratê Davut Ateş jî bi riya talîmatê îfade da. Ateş, anî ziman ku ji ber kar li şaxên C2 û C5'an bû. Piştî ifadeya Ateş hat xwendin Yilmazer parastin kir. Dema Yilmazer paraktin kir, anî ziman ku ji ber wî darê xwe di kula çeteyên kur rakir li vir e û wiha got: Bersûcên esil hatine veşartin. Mirovên bê sûc tên darizandin. Ez bawer nakim ku darizandin adîl û bê alî pêk tê. Hûn dadgehên projeyê ne. Ligel vê yekê min parastin kir.

TU NIFIRAN JI SEROKOMAR RE BIKE EZ DÊ MUDAXALE BIKIM

Serokê heyeta dadgehê Horasan jî Yilmazer hişyar kir û got "Ger ku tu nifiran li serokomar bike ez dê mudaxale bikim.

Heyetê piştre doz taloqî roja pêncşemê (16'ê Adarê kir)