Kalê 80 salî Sezek ji Sêrtê şandin girtîgeha Bafrayê

SÊRT - 17 girtiyên siyasî tevî kalê 80 salî Hecî Îsa Sezek ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî girtîgehên Bafra û Ordu hatin kirin.

17 girtiyên siyasî yên Girtîgeha tîpa E ya Sêrtê sewqî girtîgehên Tîpa T a Bafraya Samsun û Girtîgeha Tipa E ya Orduyê hatin kirin. Girtî bêyî agahiya malpar, parêzeran hatin sewqkirin. Malpat piştî çûn hevdîtina xizmên xwe fêr bûn ku girtî hatine sewqkirin. Di nava girtiyên ku hatin sewqkirin kalê 80 salî Hecî Îsa Sezek ê 24 rojan di bin çavan dema û di 3'ê Çile de hat girtin jî heye. Sezek nexweş bû û tenduristiya wî ne baş bû.

Girtiyên hatin sewqkirin wiha ne:

Girtiyên Sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Semsûnê hatin kirin: Îsa Sezek, Emrullah Kezer, Enes Îlgen, Firat Demir, Halîs Ulaş, Huseyin Kiliç, Îlyas Peltek, Halîs Seven.

Girtiyên sewqî girtîgeha Tîpa E ya Orduyê hatin kirin: Suleyman Kutun, Suleyman Timurtaş, Şahin Kaya, Şahin Ongunllu, Şemsettin Ozgan, Tegmen Yilmaz, Vedat Elçîçek, Yusuf Selçuk û Yahya Îdîn