STENBOL - CHP'iyên xebatên 'Na'yê bi rê ve dibin, ragihandin ku rêveberên AK Partiya Esenlerê êrîşî wan kirine.
CHP'ya ku di çarçoveya xebatên referandûmê de li kuçeyên Stenbolê bi wesayîta li ser "Na" nivîsandî xebatên "Na"yê bi rê ve dibe, rêveberên AK Partiya Esenlerê êrîşî wan kirin. Parlementerên CHP'ê yê Stenbolê di hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku rêveberên AK Partiya Esenlerê êrîşî wesayîta wan kiriye û her wiha li Esenlerê sekreterê CHP'a navçeyê û rêveberê navçeyê hatine derbkirin.