AGIRÎ- Walîtiya Agiriyê, 30 bîlbordên ji bo pîrozbahiya Newrozê hatibûn daliqandin, dan berhevkirin.
Walîtiya Agiriyê, bîlbordên ji bo pîrozbahiya Newrozê yên ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê hatin amadekirin, bêyî biryara dagehê hebe û hincet bên nîşandan da berhevkirin. Walîtiyê, duh bi şev bi riya muduriyeta polîsan bîlbordên li kolanên bajêr hatibûn daliqandin dan berhevkirin û heta niha der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye.