MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, di beşa "Parlementerê Me" ya malpera xwe ya fermî de cih nedabû navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirimê. Piştî têkildarî vê mijarê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan mijar veguhast meclîsê, walîtiyê dubare navê Yildirim daxilî protokolê kir.
Walîtiya Mêrdînê, di beşa "Parlementerên Me" ya di malpera xwe ya înternetî ya fermî de cih nedabû navê Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a di 4'ê Mijdara 2016'an de hat girtin. Piştî Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan ev mijar veguhast TBMM'ê, walîtiyê malpera xwe rojane kir û di rûpela bi ser navê "Parlementerên Me" de cih da wêne û agahiyên Yildirimê.