STENBOL - Li Nûnertiya Yeşîlkent a HDP'a Avcilarê, ji aliyê kesên nediyar ve li dijî HDP'iyên amadekariyên xebata referandûmê dikirin êrîşeke çekdarî pêk hat.
Li Stenbolê, ji aliyê kesên nediyar ve li dijî nûnertiya Taxa Yeşîlkentê ya HDP'a Avcilarê êrîşeke çekdarî pêk hat. 4 kesên di wesayîta bi marka Fîat Dobloyê de bûn, dema HDP'iyan amadekariyên xebatên referandûmê dikirin, nêzî wan bûn. Xebatkarên partiyê yên dema dît her 4 kes çek ber bi wan ve dirêjkirin, xwe avêtin erdê. Li ser vê êrîşkaran 4-5 derb bera hewayê dan û ji cihê bûyerê reviyan. Di bûyerê de tu kes birîndar nebû û her wiha ekîbên polîsan hatin cihê bûyerê.
Ji xebatkarên HDP'ê Tayfun Urun yê di dema êrîşê de li wir bû wiha got: "Kesên di hundurê wesayîtê de bûn temenê wan li dor 23-28'an bû. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em wisa difikirin ev li dijî xebatên me yên 'Na'yê ne û dixwazin bi vî awayî me bitepisînin. Lê di bi ser nekevin. Em ê bi heman biryardariyê xebatên xwe bi rê ve bibin."