Belavkarê rojnameyê hat binçavkirin

RIHA - Li Pirsûsê belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin.

Li Pirsûsa Rihayê, belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Salih Kaplan hat binçavkirin. Kaplan danê êvarê dema bi motorsiklêta xwe li navbajêr digeriya ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û hat zanîn ku ew birine Şaxa TEM'ê ya Rihayê.