AMED - Ji 28 kesên ku bi îdiaya fealiyetên "Meclîsa Bajêr" bi rê ve birine hatibûn binçavkirin, 8 jê derketin pêşberî dadwer. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî di nav de 6 kes bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, 2 kes jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Li Amedê bi îdiaya di sala 2014'an de fealiyetên "Meclîsa Bajêr" bi rê ve birin, 28 kes di 8-9'ê Adarê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji 28 kesan 8 jê yên li muduriyeta polîsan karên wan ê îfadedayînê bi dawî bûn, sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Piştî îfadedayîna li dozgeritê bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî di nav de 6 kes bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan û her wiha dayika 4 zarokan Recibe Karatay û Seyithan Çakir jî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Tê payîn ku dê 20 kesên mayî jî sibê sewqî edliyeyê bên kirin.