Hozan Dilgeş li gundê xwe Fisqînê hat definkirin

MÊRDÎN - Hunermend Hozan Dilgeş ê li Ewropayê ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat tedawîkirin û çû ser dilovaniya xwe, li gundê xwe li gor edet û toreyên êzdayetiyê hat definkirin.

Hozan Dilgeş ê 2 di roj berê li Ewropayê ji be rnxweşîna pençeşêrê çû ser dilovaniya xwe, li gundê xwe Fisqîna Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê hezkiriyên xwe ve hat definkirin. Cenazeyê Dilgeş bi balafirê pêşî anîn Balfirgeha Mêrdînê û paşê bi konvoyeke bi dehan wesayîtî ber bi gundê xwe ve hat verêkirin.

LI GOR TOREYÊN ÊZIDIYAN HAT DEFINKIRIN

Piştî wecîbeyên olî yên li gor edet û toreyên êzdayetiyê, Dilgeş li goristana gundê Fisqînê hat definkirin. Kekê Dilgeş, Fevzi Yildirim, Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCD'ê Huseyin Bariş, rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan û gelek hezikiriyên Dilgeş beşdarî merasîmê bûn.

‘BI HESRETA XAKA XWE BÛ'

Piştî karên definkirinê kekê Dilgeş Yildirim axivî. Yildirim diyar kir ku birayê wî bi newayên xwe ji bo gelê xwe têkoşiyaye û wiha got: "Dilgeş bi hesreta xaka xwe bû. Tenê armanca wî ew bû ku li Kurdisatneke azad û demokratîk jiyana xwe bidomîne."