WAN - Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Oldarên Wanê Muhammed Oruç, di 28'emîn salvegera "Komkujiya Helebçeyê" de hatina Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û êrîşên hêzên girêdayî PDK'ê yên li dijî Şengalê nirxandin. Oruç, dest nîşan kir ku li şûna gavên bi vî rengî tev bigere, divê demildest ji bo yekîtiya neteweyî gavan bavêjin.
Di 16'ê Adara 1988'an de bi fermana Serokomarê Iraqê yê wê demê Seddam Husên, li dijî Helebçeyê êrîşên bi çekên kîmyewî pêk hatibûn û di van êrîşan de herî kêm 5 hezar kes hatibûn qetilkirin. Di ser vê komkujiyê de tam 28 sal derbas bûn û ev di dîrokê de wek "Komkujiya Helebçeyê" cih girt. Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Oldarên Wanê Muhammed Oruç ku hat îxrackirin, di salvegera Komkujiya Helebçeyê de serdana Serokê Herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û êrîşên hêzên girêdayî PDK'ê yên li dijî Şengalê nirxand.
‘KES NAXWAZE WAN ROJAN BI BÎR BÎNE'
Oruç, diyar kir ku di dîrokê de kurd her rastî komkujî, mirin, koçberî û gelek rewşên dijwar hatine û wiha got: "Li her derê ew û hêzên zalim bi hev re rû bi rû mane. Pêvajoya ku bi operasyonên Enfalê dest pê kirin, bi Komkujiya Helebçeyê re bi awayekî giştî mirin û kuştin bi xwe re anîn. Top û êrîşên li dijî bajaroka Helebçeyê gel netirsandin, neqedandin û îro hîn jî li wê xakê kulîlk hêşîn tên. Ji bo xwe ji Helebçeyeke din biparêzin, bi salan li bin malên xwe tunel û gor kolandin. Kurdan tu carî bi rihetî tiştek bi dest nexistiye. Wê demê Seddam Husên û rejîma Baasê, ji bo PDK'a bi pêşengiya Mesûd Barzanî û YNK'a bi pêşengiya Celal Talabanî rawestîne, hewl dida hemû kurdan qetil bike."
HEKE YEKÎTÎ ÇÊNEBE...
Oruç, êrîşên ji aliyê hêzên girêdayî PDK'ê yên li dijî Şengalê ku piştî serdana Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê pêk hatin bi bîr xist û wiha got: "Li şûna pirsa 'Em ê çawa yekîtiya xwe çêbikin?' bikin li dijî yekîtiyê tev digerin. Ev yek xizmeta tiştekî nake. Divê hemû partî, hêz û saziyên xwe di mijara kurdan de muxatab dibînin, geşedanên li Sûriye û hemû cîhanê li ber çavan bigirin. Ya divê em li ser bifikirin divê ev be; em ê di warê leşkerî, siyasî û civakî de çawa bên gel hev. Li kuderê cîhanê dibe bila bibe, di bin her aştiyê de yekîtî heye. PKK dibêje 4 perçe, ez dibêjim 6 perçe. Divê hemû hêzên van 6 perçeyan, hemû kesên xwe wek muxatab dibînin bên gel hev. Heke yekîtî çênebe, ewçax bila her kes baş zanibe ku dê li xaka tu kesî rastî û heqîqetî tune be. Bang li Mesûd Barzanî dikim, ev êrîş li dîroka kurdan nayên, divê mirov berjewendiyên siyasî dîne aliyekî."
‘DIVÊ EM BIRYARA PÊŞEROJA XWE BIDIN'
Oruç, dest nîşan kir ku ji bo careke din Enfal û Helepçe neqewimin, divê her kes tişta dikeve ser milê wan bike û wiha domand: "Ez ji hemû kesên li rex rastiyê cih digirin re dibêjim, divê careke din Enfal û Helepçe neqewimin û divê em vana rawestînin. Heke em bibin hêzek, ewçax em ê bibin yek. Qur'ana Kerîm tenê ji bo kurdan an jî tirkan daneketiye. Pirtûka pîroz ji bo hemû mirovahiyê daketiye. Niha Qur'an kerîm 3 tiştan emrî em dike. Ya yekemîn baweriya rasteqîn, ya duyemîn îbadeta rasteqîn, ya sêyemîn muameleya rasteqîn e. Divê em bi vî awayî biryara pêşeroja xwe bidin. Heke em li gor berjewendiyên gelê xwe, xwişk û birayên xwe tevbigerin, wisa bawerim ku ji her wextî bêtir pêşerojeke ronahiyî li benda me ye û nêzîktir e. Bereksê vê belkî jî ev mirin sed salên din jî bidomin."
‘DIVÊ NEWROZ DESTPÊK BE'
Oruç, bal kişand ser Newrozê jî û wiha domand: "Wateya vê rojê azadî ye. Yanî rojeke bimbarek e. Çima bimbarek e? Çimkî wê rojê hemû tiştên li gerdûnê, ji daran bigire heta mirovan her kes wê rojê di nav xwe de pîroz dike. Wê rojê hemû giyanewer fêm dikin ku saleke din jî bihurî ye û bîra sala dibuhure dibe. Hişyariya tebîhetê ye. Divê em hemû bi vê baweriyê nêzî vê rojê bibin. Daxwaza min ji Xwedê Teala ew e ku Cejna Newrozê bibe destpêka pêşerojeke ronahiyî û li hemû mirovên ku bi vê baweriyê paşeroja xwe û dîroka xwe dinasin pîroz dikim."