Walî polîsê zarok kuşt parast

EDENE - Li Edeneyê, di 2015'an de Tevriz Dora yê 3.5 salî di hembêza dayika xwe de bi guleya polîsan hat kuştin. Dozger ji bo lêpirsînê destûr ji Walî xwest, lê Walî destûr neda dozger ku lêpirsînê veke.

Li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, di 11'ê Cotmeha 2015'an de piştî meşa şermezarkirina Komkujiya Enqereyê, polîsên daketin nav kuçeyan bi rasthatinî hawirdor gulebaran kiribûn û di vê guleberanê de Tevriz Dora yê 3 sal û nîvî di hembêza dayika xwe de bi guleyeke li serê wî ket mir. Di dosyeya lêpirsînê de biryara nepeniyê hîn jî didome. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ji bo der barê polîsên ku roja bûyerê li cihê bûyerê bûne lêpirsîn bê destpêkirin serî li Walîtiya Edeneyê da.

‘ÇEK Û BIKARHÊNER NEHATINE TESPÎTKIRIN'

Waîtiya Edeneyê, daxwaza dozgeriyê nirxand û destûr neda ku der barê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin. Walîtiyê wek hincet jî, diyar kir ku guleyên li cihê bûyerê hatine dîtin, di rapora krîmînalê de nehatiya tespîtkirin ku ji kîjan çekê derketine û her wiha bikarhênerê çekê jî nehatiye tespîtkirin.

‘EM DAXWAZA LÊPIRSÎNEKE ÇALAK DIKIN'

Parêzera malbata Dorayê, Yasemîn Dora Çeker li dijî destûrnedayîna destpêkirina lêpirsîna der barê polîsan de bertek nîşan da û bi bîr xist ku, ji roja ewil ve "selametiya dosyeyê" wek hincet hatiye nîşandan û der barê dosyeyê de biryara nepeniyê hatiye dayîn. Şeker, diyar kir ku divê ji bo lêpirsîneke çalak biryara nepeniyê bê betalkirin û wiha got: "Em dixwazin lêpirsîneke çalak bê kirin û kiryar an jî kiryarên bûyerê bên dîtin û darizandin." Şaker, diyar kir ku li gel beyanên şahudan û lêkolîna cihê bûyerê jî der barê polîsan de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.