HDP ji bo ewlehiya sindoqan bênavber dixebite

AMED - HDP ji bo ewlehiya sindoqên hilbijartina referandûmê û diyarkirina navên kesên bên peywirdarkirin bênavber xebatên xwe didomîne.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ewlehiya sindoqên referandûma 16'Ê Nîsanê, dest bi diyarkirina peywirdarê û serokên sindoqan kir. Ev xebat bi awayekî nişmî di bin banê Koordînasyona Bajêr a Referandûmê ku bi pêşengiya HDP, DBP, TJA û KCD'ê hat avakirin, didomin. Divê partî heta 18'ê Adarê navê peywirdarên sindoqan ragihînin Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Piştî nav bên ragihandin, dê bi pişkê navê serokên sindoqan bên diyarkirin.

Koordînasyona Bajêr a Referandûmê, ji bo serlêdanan li hemû navçeyan xebatan bi rê ve dibin û ji bo hin sindoqên peywirdarên wan kêm in jî hewl didin kesan peywirdar bikin.

BANGA JI BO SINDOQAN

Hat zanîn ku, HDP peywirdarên sindoqên li navçeya Peyas, Yenîşehîr û Sûrê diyar kirine, lê belê ji bo hin sindoqên navçeya Rezanê peywirdar kêm in. Hat diyarkirin ku, kesên dixwazin bibin peywirdarên sindoqan divê tevî fotokopiya nasnameyên ser serî li avahiyên HDP'ê yên navçeyan bidin.

JI BO PEYWIRDARAN 4 ROJ MAYE

Peywirdarên sindoqan herî dawî heta 19'ê Adarê dikarin serlêdanê bikin. HDP, bang li hemû welatiyan kir û xwest her kes bibe peywirdar. Bangawazî û daxuyandin di rûpelên HDP de û li ser civaka medyayî tên kirin. Hat diyar kirin ku, ji bo peywirdarên sindoqan ciwan, jin û xwendekarn serî lê daye, lê li gel ewqas serlêdanan hîn jî li navçeya Licê, Pîran û Rezanê pêdivî bi peywirdaran heye.

Her wiha piştî li ser daxwaza Qeymeqamê Karazê, Lijnea Hilbijartina Navçeyê cihê 8 sindoqan guherand, hat îdiakirin ku dê li Licê û Pîranê serokê sindoqan ji aliyê qeymeqaman ve bên diyarkirin.