ÊLIH - Li Êlihê, Maseya Karên Agahiyan a ji bo pêkanîna ewlehiya sindoqan û ji bo welatî li ser sindoqan bên peywirdarkirin hat avakirin, bang li her kesî kir, da xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkevin.
HDP'a Êlihê ya ji bo ewlehiya sindoqên referandûma 16'ê Nîsanê bi dirûşmeya "Em 'Na'yê birêxistin bikin, em xwedî li sindoqên xwe derkevin" maseya karên agahiyan ava kir, dest bi diyarkirina peywirdarên sindoqan kir. Li maseya karên agahiyan, der barê referandûmê welatî tên agahdarkirin û her wiha ji bo kesên bixwazin bibin peywirdarên sindoqan form tên amadekirin. Berdevkê Komîsyona Karên Agahiyan a Êlihê İdris Yayla, anî ziman ku ew ê ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên xwe bidomînin û wiha got: "Bila gelê me xwedî li sindoqên xwe û vîna xwe derkevin."
ELEQEYEKE ZÊDE HEYE
Yayla, da zanîn ku li vir agahiyên wek dê çawa xwedî li sindoqan bê derketin û dê jimarî çawa bê kirin tên dayîn û wiha got: "Bi giştî 2 hezar û 293 sindoqên me hene. Em li vir 9 kes tevî gel xebatên xwe didomînin. Kesên dixwazin bibin peywirdarê sindoqan roja dawî 19'ê Adarê ye. Welatiyên me dikarin bên vir û der barê hilbijartinê de agahiyan wergirin."
‘JI BO EWLEHIYA SINDOQAN EM Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN'
Yayla, dest nîşan kir ku herî zêde ciwan serî li navenda karên agahiyan didin û her wiha eleqeyeke zêde ya gel heye û wiha got: "Bila gelê me jî bê, xwedî li sindoqên xwe û vîna xwe derkevin. Em jî li vir, ji bo ewlehiya sindoqan çi ji destê me bê em ê bikin. Em bibêjin 'Na', da em pêşerojê bi dest bixin. Em bibêjin 'Na' da em bi ser kevin."
‘DÊ GELÊ ÊLIHÊ XWEDÎ LI SINDOQÊN XWE DERKEVE'
Hevseroka HDP'a Êlihê Fatma Kapaligoz jî wiha axivî: "Ev referandûm hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê xala werçerxê ye. Em bang li hemû gelê xwe dikin da bi bîrbiriya hilbijartinên din û bi ruhekî mezin xwedî li sindoqên xwe derkevin. Di vê pêvajoya ku beriya her tiştî pêdiviya me bi aştiya civakî heye, ji her demê bêtir pêdiviya me bi jinan heye da xwedî li sindoqan derkevin. Em di wê baweriyê de ne ku dê di 16'ê Nîsanê de gelê Êlihê bi vî ruhî bi vê hestiyariyê xwedî li sindoqên xwe derkeve û em ê gaveke din jî nêzî serketinê bibin."