AMED - Ber bi Newrozê ve, li Amedê welatî ji bo kincên gelêrî berê xwe didin terzîxaneyan. Nihat Govend ê li navçeya Sûrê kincên gelêrî didirû got, ew meheke di ber sîparîşan re nagihê.
Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newroza ku bi milyonan mirov berê xwe didinê, bênavber didomin. Welatiyên ku bi heycan li benda roja Newrozê ne, ji niha ve ji bo di Newrozê de kincên gelêrî li xwe bikin li terzîxane û kargehên kincên gelêrî sîparîşan didin.
‘DAXWAZEKE ZÊDE HEYE'
Nihat Govend ê li navçeya Sûrê ya Amedê kincên gelêrî didirû, diyar kir ku ji aliyê gel ve Newroz ji pîrozbahiyekê wirdetir wek rojeke berxwedanê tê dîtin û gel dixwaze bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî vê roja berxwedanê bibe. Govend, diyar kir ku herî zêde kincên li xwe tên kirin çandê nîşan didin û wiha got: "Berê raxbeta ji bo kincên gelêrî zêde tune bû, lê di salên dawî de daxwazeke zêde heye. Demekê tenê kesên extiyar li xwe dikirin, lê niha daxwaza ciwanan zêdetir e. Êdî di Cejna Newrozê de kincên ku çanda me nîşan didin êdî tên li xwe kirin. Daxwazek zêde heye."
‘HÎN JÎ SÎPARÎŞÊN NEHATINE ÇÊKIRIN HENE'
Govend wiha domand: "Herî kêm beriya mehekê sîparîş hatin dayîn. Ji derveyî Amedê jî daxwazek zêde heye. Li gel bajarên cuda, me şandin welatên Ewropayê, heta me şandin heta Japonyayê jî. Hîn jî sîparîşên nehatine çêkirin hene."
Govend, da zanîn ku mêr herî zêde daxwaza şal û şepikan dikin û jin jî daxwaza kincên herêma Botanê dikin û wiha axivî: "Mirovên me dibêjin çi dibe bila bibe, divê ê rojê em bi kincên xwe yên gelêrî li Qada Newrozê bin."