AMED - Dildarên Komeleya Şarmaşikê ku alîkariya welatiyên xizan dikir û bi biryara Wezareta Karên Hundir ve hat girtin daxuyaniya "Em ê li Amedê 32 hezar mirovên ku bi awayekî rêk û pêk alîkariya wan dikir, muhtacî nemerdan nekin" dan.
Endamên Komeleya Şarmaşik a ku bi 370 komeleyan ve ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate girtin li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî dan. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta "We Sarmaşik mohr kir 32 hezar mirov mehkumî birçîbûnê kir. Em ê vî zilmê ji bîr nekin" hate daliqandin.
'EV PÊKANÎNEKÎ KÊFÎ YE'
Bîlîcî li vir axivî û wiha got: "Niho boruyên nefesê yên civakî hatine girtin. Yek ji kanalên ku civak bêhnê digire çapemenî ye hemû hatin girtin, cihê siyasetê nehat hiştin herî dawî jî xebatên rêxistinên civakî yên sivîl hatin rawestandin. Ber bi rewşên cuda ve diçin, fikara me ev e. Komeleya Şarmaşikê ya ku alîkariya hezaran kesan dike hate girtin û bi vî rengî mudaxaleyî mafê jiyanê hatiye kirin. Xebatên gelek komeleyan hat rawestandin ev pêkanînekî kêfî ye. Heke pirsgirêk hebe dê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin. Em ê wekî ÎHD heta dawî têbikoşin. Em ê bi hemû saziyên hatine girtin ve vî pêvajoyê derbas bikin."
'TÊ XWESTIN MIROV MEHKÛMÎ BIRÇÎBÛNÊ BIBIN'
Serokê Komeleyê Şerîf Camci jî wiha got: "Van sizayina li dijî hemû hêz û erkê têkoşîn didan. Em pêvajoyekî ku salên demdirêj êşa vî bikişînin ve rû bi rû ne. Girtina Şarmaşikê tê wateya ku 32 hezar mirov li ber çavan nayê girtin. Dema ku danekî nan nexwin malbatên ku bi şev birçî razên hene. Em wekî dildarên Şarmaşikê dibêjin ku tu saziyên dewletê jî xebatên bi vî rengî nekirine. Tu sazî wekî Sarmaşikê xebatekê şefaf denaye meşandin. Mohrkirina Sarmaşikê tê wateya ku mirov mehkûmî birçîbûnê hatine kirin. Ev li dijî mirovahiyê sûcek e. Ev ji 32 hezar mirovan re gotina biçin mirin e. Lê em ê 32 hezar mirovên li Amedê muhtacî nemerdan nekin."
Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.