STENBOL - Veysel Moray ê li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê bi xwişka xwe Derya Morayê re hevdîtin çêkir, balê kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Veysel Moray, diyar kir ku li girtîgehê tenê Qur'an û pirtûkên dersan tên wergirtin û wiha got: "Mudurê girtîgehê ji hevalan re gotiye, 'Hurmeta min ji bo Esad Oktay heye.' Niha feraseta ku rêzê ji Esad Oktay re digire, li Girtîgeha Şakranê heye."
Veysel Moray ê çû Girtîgeha Şakranê ya Alîgaya Îzmîrê û bi xwişka xwe Derya Moray a 8 sal e girtiye û ev saleke li Girtîgeha Şakranê ye, diyar kir ku girtî tên derbkirin. Moray, da zanîn ku ew di 6 mehê de ji bo hevdîtina vekirî çûne girtîgehê û got, dema hevdîtin dest pê kiriye gardiyan bi awayekî provakasyonî nêzî wan bûne.
Moray wiha axivî: “Heke çavê wan bi yê gardiyanan keve yan jî gotinekê bibêjin ev dibe sedema tehrîkirinê. Di têketinê de bi nêzîkatiyeke wisa nêz bûn 'We tiştek got? Çima hûn wisa dinihêrin?' Heta ku hevalên hikumxwar hatin qada hevdîtinê ev nêzîkatiyên provakasyonî dewam kirin. Nêzî 60 kes hatin hevdîtinê. Li gel vê nêzî 25-30 gardiyanên jin û mêr hebûn. Çend malbat ji ber van prosedutan derneg man. Hin kes ji hevdîtinê derketin, lê hîn jî hin malbat nehatibûn."
‘JINA DUCANÎ DERB KIRIN'
Moray, dest nîşan kir ku Hanife Aslan a hat hevdîtin ducanî bû û hat derbkirin. Moray wiha axivî: "Bêyî bêjin ducanî ye wê hevalê derb kirin. Dema ket hundur zaf eşkere bû ku hatiye derbkirin. Porê wê belav bûbû û li ser çavê wê xwîn hebû. Dema me pirsî, diyar kir ku ew rastî muameleya kirêt a gardiyanan hatiye û gardiyanan bi awayekî giştî êrîşî wê kiriye. Li girtîgehê êrîşa bi giştî tim heye. Paşê, ji bo sedema vê me bi sergardiyan re hevdîtin çêkir. Îdia kirin ku kesî nekiriye û tu kesî bi hev re şer nekiriye." Moray, anî ziman ku di dema hevdîtinê de jî tehrîkirinên gardiyanan domandine û wiha got: "Di dema hevdîtinê de ketin navbera mehkûm û serdêran. Di navbera serdêran de volta davêtin, bi çavan tehrîk dikirin. Di hevdîtina 40 deqîqeyî de bi qasî 30-35 deqîqeyan her tim wisa dikirin, yanî bi êrîşên wan ên li dijî malbat û mehkûman derbas bû."
‘HURMETA MIN JI BO ESAD OKTAY HEYE'
Moray, anî ziman ku ji ber van sepandinan girtiyan berê bi mudurê girtîgehê re hevdîtin çêkiriye, lê mudurê girtîgehê ji girtiyan re gotiye, "Em van sepandinan ji bo we rewa dibînin." Moray, diyar kir ku piştî girtiyan diyar kiriye ku ev sepandin ne kêmî sepandinên Esad Oktay in, mudur ji wan re gotiye: "Hurmeta min ji bo Esad Oktay heye." Moray wiha axivî: "Binpêkirinên li girtîgehê ne kêmî yên derbeya 80'yî ne. Niha li Girtîgeha Şakranê, feraseteke ku rêzê ji Esad Oktay re digire heye. Yanî em dibînin li hemû girtîgehan heman sepandin hene."
‘TENÊ QUR'AN Û PIRTÛKÊN DERSAN DIDIN'
Moray wiha behsa binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şakranê kirin: "Li ode û qadên aktivîteyê yên qawîşên T1 û T3'yan kamera hatine bicihkirin. Di hevdîtinên vekirî de di navbera mehkûm û serdêr de tim gardiyanek heye. Li heman maseyê rûdinên. Sohbetên tên kirin tacîz dikin. Sepandinên bi vî rengî hene. Niha wek pîtot ev sepandin li qawîşên T1 û T3 yên hevalên mêr tên sepandin, lê dê di rojên pêş de li hemû qawîşan têxin dewrê." Moray, dest nîşan kir ku pirtûkan jî nagirin û wiha axivî: "Pirtûkên em dişînin bi hincetên tewşomewşo nadin girtiyan. Pirtûkan, ne didin mehkûman ne jî li malbatan tên vegerandin. Tekane hinceta vê jî, qaşo bi pirtûkên tên şandin re şîfre tên şandin. Dibêjin tenê em Qur'an û pirtûkên dersan digirin. Ji bo kincan jî pirsgirêkên rengan didin der û nastînin. Carinan ji bo şiklê kincan jî pirsgirêkan derdixînin."
29 ROJ E DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Moray, got ew wek malbatan naxwazin li hemberî van binpêkirinên mafan bêdengiyeke hebe û ew dixwazin demildest dawî li van pêkanînan bên.
Moray, diyar kir ku li Şakranê 29 roj e girtî di gerva birçîbûnê de ne û divê ji bo vê hemû raya giştî bi hestiyarî tevbigere û wiha got: "Niha daxwaza wan a sereke ew e ku tecrîda li ser serok rabe. Paşê dubare vegerîna li pêvajoya aştiyê û dawîlêanîna binpêkirinên mafan e."