‘Agirê di 1992’yan de venemirî dê tu carî venemir e'

MÊRDÎN – Starta pîrozbahiyên Newroza ku gelê kurd bi berdêlek giran geştir kir dê li navçeya Nisêbînê bê dayîn. Li Nisêbînê di 1992’an de agirê Newrozê ji aliyê hezaran kesan ve tevî astengiyan hat pîrozkirin. Jinên bûn şahidên wan rojan diyar kirin ku wan bi xwîna xwe Newrozan anîn vê rojê û gotin: "Agirê ku di sala 1992’an de nekarîn vemirînin dê tu carî nekarîbin vebirînin."

Amadekariyên pîrozbahiyên Newroza ku bi diruşma "Em ê teqez bi ser bikevin" li 33 navendan bê pîrozkirin bi hemû leza xwe berdewam dike. Starta pîrozbahiyên Newroza îsal jî dê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya di 22 Adara 1992'an de ligel hemû êrîşên dewletê ji aliyê hezaran welatiyan ve hatibû pîrozkirin bê dayîn. Newroza di sala 1992'an de li navçeyê hatibû pîrozkirin û di êrîşên leşker û polîsan de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan welatî birîndar ketibûn weke Newroza dîrokî di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Jinên tevlî Newroza 92'an bûn bûn ew roj bi bîr anîn û li ser girîngiya Newroza îsal axivîn.

‘EM JI BO CIZÎRIYAN DAKETIN QADAN’

Dayîka bi navê Rahîme Aksû ya 55 salî ku şahidiya Newroza 1992'an kiriye diyar kir ku wê beriya Newrozê rojekî dest bi amadekariyên cilên li xwe bike kiriye û wiha axivî: "Amûrên ji bo pêxistina agir û cihê ku agirê Newrozê lê were pêxistin bi girîngiyek mezin hatin amadekirin. Serê sibê di saet 09.00'an de hemû gel li qada Newroz lê were pîrozkirin amade bû. Lê agahiya me ji bûyerên beriya rojekê li Cizîrê pêk hatibûn tune bû. Piştî pîrozbahiyan wezîrê wê demê li ser buyerên li Cizîrê pêk hatibûn nirxandin kiribû û spasiyên xwe ji Nisêbîniyan re şandibû. Lê me ev yek qebûl nekir û roja din em daketin qadan. Piştî min pitika xwe razand ez ji malê derketim. Li pêşiya min kalek hebû û piştî nêzî hesinên trênê bû ji nişka ve paş ve vegeriya. Dema min ji pirsî tu çima vedigere, dengê qêrînên mirovan hatin min. Wê kêliyê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane beteniyê ji me xwestin."

‘LIGEL ÊRÎŞÊN GIRAN GEL BELAV NEBÛ’

Aksu destnîşan kir ku ew ligel êrîşan jî ber bi qada Newrozê ve meşiyaye û wiha berdewam kir: “Wextê ez hatim pireya Şehîdan panzerek li ser pirê rawestiyabû. Ji wir xwestin ku mirov bila belav bibin lê gel belav nebû û li ber xwe da. Piştre bi panzerên xwe di ser mirovan de hatin. Dengê hestûyên mirovan dihat. Gule li mirovan direşandin. Kesên wê wextê jiyana xwe ji dest dan hêj bi bîranînên xwe û navên xwe dijîn. Agirê Newroza di sala 1992’an de netemirî dê tu carî jî netemire.”

‘EM BI BERXWEDANA BERÎVANAN HATIN ROJA ÎRO’

Welatiya bi navê Perihan Altug jî diyar kir ku di pêvajoya 25 salan de gel bi heste û mûmên xwe agirê Newrozê gur kirine û bertek nîşanî astengiya qaymaqamtiyê ya ji bo pîrozbahiyên îsal derdixe. Altug anî ziman ku pîrozbahiyên îsal jî dê wek salên borî pêk werin û wiha axivî: “Mafê tu kesî nîn e ku roja îro ji destên me bigire. Me bi xwîna xwe ya rijand Newrozan anî îro. Ew bi qedexeyan dixwazin Newrozê ji destên me bigirin lê belê em bi berxwedana Berîvanan hatin roja îro. Wextê me di salên 90’î de pîrozbahî dikirin li kolanan panzer digeriyan. Li Nisêbînê bi kuştina mirovan û perçekirina mirovan xwestin asteng bikin lê belê bi ser neketin.”

‘JI BO KU NEWROZ NEYÊN ASTENGKIRIN “NA”

Latife Akyuz jî bal kişand ser giringiya Newrozê ya ji bo gelê Nisêbînê û bi bangawaziya yekitiya kurd ev tişt gotin: “Banga min li hemû kurdan ew e ku bila bibin yek. Heke em yekitiya xwe pêk bînin Erdogan ne dikare bajarê me hilşîne ne jî Newrozên me asteng bike. Ji ber vê jî divê em ji Erdogan re bibêjin “Na”.