Bernameya Newroza 'Em ê teqez bi ser kevin' diyar bû

AMED - Bernameya Newroza ku dê îsal bi dirûşmeya "Em ê Serbikevin" li 33 navendan bê pîrozkirin, diyar bû. Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de ji zêdeyî hezar rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran re vexwendname hatin şandin.

Ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal a dê bi pêşengiya DBP û HDP'ê bi dirûşmeya "Em ê Serbikevin" li 33 navendan agirê wê bê vêxistin, bernameya çalakiyan hat diyarkirin. Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de HDP û BDP zêdeyî hezar vexwendname ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û siyasetmedaran şand. Her wiha hat zanîn ku ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê daxwaza gelek saziyên çapemenî û rojnamgerên navnetewî jî heye.

JI HUNERMENDAN RE VEXWENDNAME HATIN ŞANDIN

Ji bo beşdarbûyîna pîrozbahiyên Newrozê vexwendname ji van hunermendan re hat şandin: Kadir İnanır, Zulfu Livaneli, Sila, Sezen Aksu, Bariş Atay, Ferzan Ozpetek, Firat Taniş, Ezel Akay, Asli Erdogan, Necmiye Alpay, Husnu Arkan, Erkan Ogur, Meltem Cumbul, İsmail Hakkı Demircioglu, Şevval Sam, Menderes Samancilar, Julide Kural, Mustafa Alabora, İrfan Degirmenci û Mert Firat.

DÊ AKADEMÎSYEN JÎ LI QADÊN NEWROZÊ BIN

Ji akademîsyenên hatin îxrackirin re jî vexwendename hatin şandin. Navê akademîsyenên hatin vexwandin ev in: Vahap Coşkun, Gokhan Atilgan, Tanil Bora, Korkut Boratav, Ahmet Ozer, Fatmagul Berktay, Fatma Gok, Mesut Yegen, Sibel Ozbudun, Ferhat Kentel, Melek Gorgenli, Levent Koker, Eser Koker, Ayşegul Altınay, Gulseren Adakli, Ferdan Ergut, Jale Parla, Semra Somersan, Koray Çalişkan, Zeynep Gammetti, Şebnem Korur Fincancı, Nuray Mert, Aziz Çelik, Buşra Ersanli, Ahmet İnsel, Esra Mungan, Ayşe Bugra, Ayşe Berkman, Erol Katircioglu, Ferda Keskin, Hasan Bulent Kahraman, Huseyin Hatemi, Murat Paker, Nukhet Sirman, Ragip Duran, Serpil Sancar, Turgut Tarhanli, Yasin Ceylan, Abbas Vali, Ahmet Demirel, Çaglar Keyder, Fusun Ustel, Kerem Altiparmak, Maya Arakon, Ayhan Sol, Ayhan Yalçinkaya, Elçin Aktoprak Uzgen û İbrahim Kaboglu.

ZÊDEYÎ 100 PARTIYÊN SIYASÎ Û SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL HATIN VEXWANDIN

Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hatin vexwandin ev in: CHP, DSP, SP, EMEP, partiyên kurdistanî, KESK, Genel-Îş, Turk-Îş û hevgirtiyên wan. Her wiha partî û saziyên ji derveyî welat hatin vexwendin jî ev in: Parlementerên Parlementoya Ewropayê, Sefareta Yekîtiya Ewropayê, ji Danîmarka, Hollanda, Belçîka, İsviçre, Îsveç, Fransa, Estonya, Kanada, Yînanîstan, Avûstûralya, Qiraliyeta Yekbûyî, Îtalya, Rûsya, Kolombiya, Hirvatîstan, Komara Çekê, Îspanya, Brezîlya, Fînlandiya û Kibrisê parlementer, sefir û nûnerên partiya siyasî hatin vexwendin. Her wiha Sefareta DYA û sefîrên li Tirkiyeyê jî hatin vexwendin.

Hemû partiyên siyasî û gelek saziyên civaka sivîl ên Herêma Kurdistana Federe hatin vexwendin.

Li Nisêbîna ku dê di 17'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin dê Koma Gulên Xerzan derkeve ser dikê. Di 18'ê Adarê de Helîmê Omerî, Koma Mûnzûr û Rojdayê li Îzmîrê; Yunus Agirî û Rojda dê li Edeneyê; Veysi Ermiş Koma Rosîda û Zeki Eruhî dê li Sêrtê; Koma Pel û Koma Vardiya dê li Meletiyê; Kemalê Amed û Koma Rojarya dê li Bazîda Agiriyê; Evina Rêzan û Koma Golgedekiler dê li Manîsayê; Rûken Yilmaz û Deniz Esmer jî dê li Kocaeliyê derkevin ser dikê.

Di 19'ê Adarê de dê Koma Gulên Xerzan û Koma Pel li Stenbolê; Adil Şerzad û Ruken Yılmaz li Mêrsînê; Ozlem Gerçek û Adil Bêrtî li Antalyayê; Helîmê Omerî û Ayfer Duzdaş li Rihayê; Serhat Çarnewa, Emel Bejan û Azad Bedran li Êlihê; Baran Bozyel li Konyayê; Berfin Aktay û Mesut Gever li Qereqoçana Xarpêtê; Kemalê Amed û Rojarya li Qersê; Koma Munzur û Ergin Xelîkan li Hatayê; Koma Çiya û Mizgin Tahir li Qoserê; Koma Rosîda û Yunus Agirî li Dîlokê; Mervan Tan jî li Enqereyê derkeve ser dikê.

Di 20'ê Adarê de dê Berfin Aktay û Azad Bedran li Semsûrê; Yunus Agirî û Pinar Aydinlar li Îdirê; Veysi Ermiş û Koma Gulên Xerzan li Colemêrgê; Deniz Esmer û Nurcan Demirci jî li Agiriyê derkevin ser dikê.

Di 21'ê Adarê de li Bajar, Rojarya, Karmate, İbrahim Rojhilat li Wanê; Yaşar Kurt, Koma Pel, Koma Munzur, Koroya Jinên Amedê, Dengbejên Botan û Ferhat Mansurî jî dê li Amedê; Koma Gulên Xerzan û Mem Ararat li Cizîrê; Meral Tekçi li Bûrsayê; Pinar Aydinlar û Adil Şerzad li Geverê; Mesut Geverî û Rûken Yilmaz li Mûşê; Koma Çiya li Çewlîgê; Zeki Eruhî û Ayfer Duzdaş li Bedlîsê; Hivda Gokel li Dersimê derkve ser dikê.

DÊ HEYETA ÎMRALIYÊ LI AMEDÊ BIAXIVE

Tê payîn ku di Newrza Amedê de Heyeta Îmraliyê daxuyaniyekê bide. Dê wek her salê Newroza îsal jî li Parka Newrozê ya Amedê bê pîrozkirin.