HDP û CHP: Sindoq bi hinceta ewlehiyê nayên veguhastin

ENQERE - Endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ên HDP û CHP'î li dijî yekirina sindoqên hilbijartinê yên li hin navendan tên kirin bertek nîşan dan. Mehmet Hadimi Yakuoplu yê CHP'î wiha pirsî: "Madem ewlehî tune ye, ewçax ji bo çi hilbijartin heye?" Mehmet Tiryaki yê HDP'î jî wiha got: "Feraseta welatekî ku li derveyî welat xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe û ji bo welatê xwe dibêje li hin deran sindoq nayên dayîn, nayê qebûlkirin."

Têkildarî hilbijartina referandûmê, lijneyên hilbijartinê li ser daxwaza fermandariyên cendirmeyan û muduriyetên polîsan, li herêmê sindoqên hin deveran kirin yek. Li Hezexa Şirnexê, li Dêrika Mêrdînê, li Kopa Mûşê, li Exlat û Tetwana Bedlîsê, li Bismil, Hênê û Karaza Amedê heta niha biryara veguhastina bi sedan sindoqaî hatiye dayîn.

Endamê Lijnyea Hilbijartinê ya Bilind ê HDP'ê Mehmet Tiryaki, têkildarî biryarên yekirina sindoqan bi bîr xist ku di vî warî de berê jî biryarên emsal ên YSK'ê hene û got, bi taybetî di hilbijartinên 1'ê Mijdarê û 7'ê Hezîranê de daxwazên di vî warî de hatine redkirin.

Tiryaki, da zanîn ku lê belê di hefteyên dawî de bi taybetî der barê hin herêmên çolterî yên girêdayî bajarên herêmê daxwazên bi vî rengî hene û ji bo hin deran jî biryar hatine dayîn. Tiryaki, dest nîşan kir ku YSK'yê duh civînek çêkiriye û di vê civînê de diyar kiriye ku û ragihandiye ku, ji bo daxwazên bi vî rengî biryar a lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajaran e. Her wiha Tirkiyakî diyar kir ku, di vê civînê de hatiye ragihandin ku ev tenê ji bo herêmên ku hejmara hilbijêrn wan kêm in hatiye sînorkirin û ev li gor madeya qanûna têkildar ne yekirine, berhevkirin e.

Girêdayî navçeya Tetwanê ya Bedlîsê nêzî 50 gund hene. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê li ser daxwaza muduriyeta polîsan û fermandariya cendirmeyan ên navçeyê bi hinceta "ewlehiyê" biryara yekirina sindoqên 38 gundan da.

‘NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Tiryaki ji bo vê wiha got: “Di serdema her hilbijartinê de heman tişt tên germkirin û dixin rojeva YSK'ê, ev pirsgirêk e. Feraseta welatekî ku li derveyî welat xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe û ji bo welatê xwe dibêje li hin deran sindoq nayên dayîn, nayê qebûlkirin."

JI SERÎ DE REWABÛN TUNE YE!

Tirkyakî, diyar kir ku heke biryarên wisa zêde bibin dê tu rewabûna referandûmê nemîne û wiha got: "A rast ji aliyê me ve ji xwe ji ber hin sedeman ve rewabûna wê mijara nîqaşê ye. Di pêvajoya OHAL'ê de pêkanîna wê, di pêvajoyeke ku hevserokên girtî yên HDP'ê û parlementerên wê, gelek rêveberên wê yên navçe û bajaran girtî de ji xwe bi tena serê xwe nîqaşa rewabûnê ye."

‘MADEM EWLEHÎ TUNE YE, EWÇAX JI BO ÇI HILBIJARTIN HEYE'

Endamê lijneyê yê CHP'î Mehmet Hadimi Yakupoglu jî biryarên YSK'yê yên berê yên wek "bi hinceta ewlehiyê sindoq nayên yekirin" bi bîr xist û wiha axivî: "Em wek CHP'ê bi awayekî zelal li dijî veguhastina sindoqan in. Em ê ji bo referandûmê li 57 welatî û 120 nûnertiyan hilbijartinê bikin. Em li van navendan, ji bo sindoq bên dayîn pereyekî zêde xerc dikin û ewlehiya hilbijartinê pêk tînin, îjar qey em ê li welatê nikaribin ewlehiyê pêk bînin. Madem em nikarin ewlehiyê pêk bînin, ewçax ji bo çi em hilbijartinê dikin. Em ê hem ji hilbijêr re bibêjin 'em ê hilbijartinê bikin' û hem jî em ê bibêjin 'ji ber em nikarin ewlehya te û sindoqên te pêk bînin em ê sindoqê veguhezînin.' Ev bi temamî astengkirina mafê hilbijartinê ye. Heke dewlet biryara hilbijartinê dide, ewçax mecbûr e ku ji bo hilbijêr nêvengeke azad peyde bike."