ESKÎŞEHÎR - Têkildarî pêkanînên di demên dawî de li gundê Xerabê Bava û bajarên kurdan pêk hatin nirxandinên cuda tên kirin. Lê herî baş kesên ku di salên 90'î de gundên wan hatin şewitandin û rastî heman rewşan hatine bi van pêkanînan dizanin.
Rûxandina li bajarên kurdan, beriya referandûmê veguherî êrîşa li dijî gundan. Qedexe û dorpêça bi rojan li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê domand û piştî bidawîbûna qedexeyê pêkanînên li gund bi awayekî eşekre derketibûn holê Niha jî heman sepandin li Licê û gundên wê di dewrê de ye û bi rojan agahî ji gundan nayê wergirtin.
Herî baş kesên li gundan jiyane û di salên 90'î de bi darê zorê hatine koçberkirin, bi qewimînên li gundan dizanin. Li Taxa Kirmizitoprak a Eskîşehîrê, malbatên beriya salan hatin koçberkirin tiştên wê demê hatine serê wan vegotin û balê kişandin qewimînin niha yên pêk tên.
‘SAL DERBAS BIBIN JÎ PÊKANÎN NAGUHERIN'
Ekrem Baştug ê di sala 1994'an de ji ber gundê Xalîla yê Mêrdînê hat şewitandin û neçar ma koç bike, diyar kir ku piştî pevçûnên dijwar her tim li dijî wan û gundên wan êrîş pêk dihatin û wiha domand: "Dema pevçûn diqewimîn gundî ji gund direviyan. Çimkî, dema serê sibehê dihatin îşkence dikirin. Wê şevê dema kurê apê min direviya, tevî her du kesên li gel xwe ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Dema bû serê sibehê zarok, extiyar, jin her kesî kom kirin. Ji bilî extiyaran her kesî xistin hudnurê qereqolê û îşkence li wan kirin. Dema vegeriyan agir bi çend malan xistin. Heta kesekî xistin dikanê agir bi dikanê xistin. Axirê bi hevjîna wî re mifte hebû û ew derxist."
‘PÊKÛTIYÊN LI XERABÊ BAVA TIŞTÊN HATIN SERÊ MIN ANÎN BÎRA MIN'
Baştug, anî ziman ku ew qewimînin li herêmê dişopîne û got, dema wî pêkûtiyên li Xerabê Bava dîtine, ew titên hatine serê wî hatien bîra wî. Baştug wiha axivî: "Tiştên li Xerabê Bava qewimîn ji yên wan rojan xerabtir in. Îşkence û zilma wê demê li me dikirin, niha jî dikin û wê didomînin. Nêzî 25 sal di ser re derbas bû, lê belê tu tişt jî neguheriye. Her tim bi înkar, îmha û tirsê dixwazin mirovan bitepisînin."
Felek Baştug jî, got li gel koçberkirina bi darê zorê, li cihê ew çûnê jî rastî cudabûnê hatine û wiha axivî: "Kesên di bin çavan de dinihêrin tim dibêjin 'we ew der rûxand hûn ê vê derê jî birûxînin.' Bela xwe di zarokên me yên biçûk de didin, ji ber kincên me hin kes bela xwe di me didin." Her wiha Baştug bang li mirovên herêmê kir û wiha got: "Gundê xwe, warên xwe neterikînin."
‘XWESTIN BIBIM CERDEVAN'
Ramazan Keleş ê di sala 1994'an de bi zorê koçberî Eskîşehîrê hatiye kirin jî, dest nîşan kir ku cerdevantî lê hatiye ferzkirin, lê ji ber qebûl nekiriye bi roja hatiye îşkencekirin. Keleş ê dema behsa kuştina bavê xwe kir hêstir ji çavan bariyan wiha got: "Li gund gelek kes bûn cerdevan. Bavê min li ber qereqolê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Hatin ji min re jî gotin, heke tu nebî cerdevan em ê te jî bikujin. Min jî got, 'hîn jî xwîna bavê min li ser kevirên li ber qereqolê ne, ez ê çawa bibim cerdevan.' Min digot, ez ê çawa îxanetê li xwîna bavê xwe bikim. Ji ber van gotinan hatim îşkencekirin." Keleş diyar kir ku ew 35 rojan di bin çavan de maye û wiha got: "Wê demê tu kes nemabû ku nehatibû îşkencekirin." Keleş, bi bîr xist ku ji bo terkirina gund jî diviya serî li qereqolê bihatana dayîn û got, di bin çavan de tim tirsa "înfazkirinê" hebû û wiha got: "Me gelek kes dîtin ku, bi vî awayî ew binçav dikirin û sibehê di nav betaniyan de em rastî cenazeyên wan dihatin."
Keleş balê kişand ser pêkanînên li gundê Xerabê Bava û wiha axivî: "Polîtîkaya fermî ya dewletê bi vî awayî tê meşandin. Lê binihêr, tiştên wê demê li me kirin niha li Xerabê Bava dikin, beriya wê jî li bajaran ev tişt kirin. Li Cizîr, Nisêbîn, li Sûrê kirin. Ji xwe armanca dewletê jî ew e ku herêmê vala bike. Ji ber vê divê teqez gele gundên xwe, bajarên xwe vala nekin. Dema koç bikin dê rastî eziyetekî girantir bên."
'BAVÊ MIN DIYA MIN ŞAND, GOT TU XWE XELAS BIKE'
Hevjîna Keleş, Rabia Keleş jî diyar kir ku wê demê dema bavê wê li ser erd dixebitî hatiye kuştin û wiha got: "Dê û bavê min çûbûn ser erd. Hatina leşkeran dibînin. Bavê min diya min dişîne û dibêje tu biçe xwe xelas bike. Diya min digot heta ew ji ber çavan winda bûye bavê wê lê nihêriye. Heta roja dinê cesedê bavê min li nav erd hat hiştin. Destûr endan em cenazeyê bavê xwe bigirin. Piştî leşker çûn me cenazeyê bavê min anî."
'TEVÎ ZAROKÊN ME SPÎ KETIN CANÊ ME'
Keleş, dest nîşan kir ku dema ew hatin Eskîşehîrê jî ew çîle û eziyeta wan domandiye û wiha axivî: "Xweşikî cihekî mayînê tune bû. Ji ber em kurd bûn mal nedidan me. Ji ber me bi kurdî diaxivî êrîşî me dikirin. Li mala ewil em lê man, tevî zarokê me spî ketin canê me. Me ne bi ziman dizanibû û ne jî bi navnîşanekê. Niha jî heke firsendê bibînim ez ê vegerim gundê xwe. Ez axa gundê xwe bi zêr û zîvên vir nadim."
‘MA DI 1925', 38'AN DE JÎ PKK HEBÛ?'
Abdurrahman Acun ê di 1993'yan de ji gundê Zergus ê Cizîrê hat koçberkirin, diyar kir ku gundê wan hatiye şewitandin, ew hatine binçavkirin û hatine îşkencekirin. Acun, têkidlarî pêkanînên li gundê Xerabê Bava jî wiha got: "Di pergalê de tu guherîn çênebûne. Me hemûyan pêkanînên li Sûr û Nisêbînê dîtin. Tiştên li Xerabê Bava pêk hatin, ne kêmî yên hatin serê me bûn. Ev rewş tenê ne rewşeke 30-40 salî ye. Dibêjin ji ber PKK'ê ye. Madem wisa ye, ma zilma beriya 40 sal berê jş jî ji ber PKK'ê ye? Ma di dema Şêx Seîd de PKK hebû? Ma di dema Seyîd Riza de PKK hebû? Pergala van ji roja çêbûye heta niha neguheriye. Bi salane em zilmê dibînin, lê dîsa jî em dibêjin aştî û biratî."
Ayşe Acun jî, îşkenceyên lê hatine kirin anîn ziman. Acun, diyar kir ku herî baş ew bi wan qewimînin îro li herêmê pêk tên dizanin û bang li her kesî kir, li gel her tiştî jî ila tu kes xaka xwe neterikîne.