Dîroka qatlîamekê: 16'ê Adara 1978'an

STENBOL -Di ser qatlîama Beyazitê re 39 sal derbas bûn. Kesên ku teşwîqî qatlîamê kirin, kiryar û şirîk heta niha ji hin dozan bên darizandin jî rêgeza ku "di dewletê de beka esas e" derbasdar e û têkîldarî qatlîamê tu pirs ji kiryaran nehat kirin.

Li Tirkiyeyê navê Beyazit li gorî hin kesan navê sultanên osmaniyan Yildirim Beyazit bi bîr bîne jî li gorî hin kesan jî qatlîama ku beriya 39 salan çêbû bi bîr tîne. Pêvajoya 16'ê Adara 1978'an di esasê xwe de ji bo darbeya 1980'an bingehek ava kir. Geşedanên beriya darbeya 1960'an di 1978'an de qewimin. Di mehên destpêkê yên 1978'an de hin hêzên nijadperest tevgera xwendekar hedef girtin û berê xwe dan zanîngehên ku çepgir her diçe bihêz dibin. Yek ji van zanîngehan jî Zanîngeha Stenbolê bû. Yekîneya bi navê "Yekîneya Merasîmê" ya ji polîsan pêk dihat piştgirî dida wan û êrîşî xwendekaran dikir. Xwendekarên çepgir jî li dijî van êrîşan xwe diparastin.


POLÎSAN RÊ DAN

Di 16'ê Adara 1978'an de xwendekarên çepgir ji Deriye Suleymaniye ya Zanîngeha Stenbolê xwestin ber bi Avahiya Navendî ve bimeşin ji bo vê yekê kom bûn. Polîsan berê xwendekaran ji Deriyê Suleymaniyeyê da deriyê ku ji Qeda Beyazitê re vedibe. Xwendekarên ku ji vir derketin jî rastî êrîşa nijadperestên ku dirûşma "Qada Beyazitê dê bibe goristana komunistan" berz kirin hatin û gule bi ser wan de hate barindin. Di heman demê de kesekî bi navê Zulkuf Îsot jî bombe avêt xwendekaran.

Di êrîşê de 7 xwendekarên ji fakulteyên hiqûq û îktisatê dixwinîn Hatîce Ozen, Cemîl Sonmez, Bakî Ekîz, Turan Oren, Abdullah Şîmşek, Hamît Akil, Murat Kurt li wir jiyana xwe ji dest dan zêdetirê 50 xwendekar jî birîndar bûn. Qada Beyazitê bû gola xwînê.

BI DEH HEZARAN KES MEŞIYAN

Piştî qatlîamê bi deh hezaran xwendekaran li ber xwedan û Avahiya Navendî desteser kirin. Zêditirê 50 hezar kes beşdarî berxwedanê bûn û yek ji meşa herî mezin a xwendekaran li vir pêk hat. Sibetirê bi beşdariya xwendekar, sendîka, baro, odeyên pîşeyan û komeleyan ve xwendekarên şoreşger hatin definkirin. Piştre di 20'ê Adarê de DÎSK'ê li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya "Ji faşîzmê re hişyarî" li dar xist.

BI BERPIRSYARIYA REŞAT ALTAY QATLÎAM

Roja ku qatlîam pêk hat polîsên ku divê peywirdarbûna ji bo karekî din hatin peywirdarkirin û piştre Reşat Altay ê ku gelek peywirên girîng girt bi pêşengişa wî ekîbek hate peywirdarkirin. Polîsên bi pêşengiya Reşat Altay xwendekarên şoreşger di avahiyê de tenê hiştin û ew derveyî avahiyê man. Piştre navê Reşat Altay bi gelek înfaz û qatlîamên cuda ve jî hate rojevê. Yek ji van qatlîaman ya herî tê zanîn dema qetilkirina Hrant Dînt de Midûrê Emniyeta Trabzonê bû. nijadperestan li hundirê avahiyê bombeyên aydî NATO'yê ne avêtin xwendekaran.

7 KES MIR KESEK HAT GIRTIN

Êrîşên li dijî xwendekaran ji aliyê gelke beşên civakê ve hate şermezarkirin lê tenê kesek hat girtin. Dozgeriyê têkîldarî qatlîamê lêpirsîn da destpêkirin. Lê di lêpirsîna ku hat meşandin de der barê 17 kesan de biryara neşopandinê hat dayîn, kesên din ên ku hatin darizandin jî bi îdiaya delîl tuneye beraet kirin.

Doz ji ber dem borî bûye ket, di vî pêvajoya ku doz hate xistin de di çorçveya girtinên Ergenekonê de gelek kiryarên qatlîamê hatin binçavkirin û girtin. Daxwaza parêzaran a herdu doz bikin yek ev ji aliyê dadgehan nehat qebûlkirin.

Ji kesên ku hatin binçavkirin têkîldarî qatlîamê yek pirs jî nehat kirin. Doz demborî bû, lêpirsîn an jî darizandinekî nû nehat kirin.


ZULKUF ÎSOT ÇIMA HAT ÎNFAZKIRIN?

Kesê bi navê Zulkuf Îsot ê ku bombe avêtibû xwendekaran di 27'ê Hezîrana 1997'an de li Xarpêtê ji aliyê ulucuyan ve hati îdiakirin ku hate înfazkirin, xwîşka wî Remziye Akyol di dozê de ligel ku îfade da û nameya ku Îsot pêvajoya qatlîamê vegotiye li dadgehê hat xwendin jî doz hate xistin. Akyol gotibû ku birayê wê navê polîsên ku têkîliya wê hebû li dadgehê pavre kiriye.

Şahidên qatlîamê jî wekî wê rojê îro jî di bin bandora qatlîamê de ne. Yek ji şahid û meşdûrên qatlîamê parêzer Kamîl Tekîn Surek e. Surek di qatlîamê de ji pişta xwe birîndar bûye û bi tesadufû tiştek pê nehatiye.

'10 METRE LI PIŞT MIN BOMBE KET'

Surek wiha got: "Di 1'ê Adarê de dema ku diçûn dibistanê 3 caran polîsan pêşiya me girtin. Cara çaremîn em kombûn û çûn. Heta 16'ê Adareê her roj bi alîkariya polîsan êrîşên faşîstan çêdibû. Mirovên ku nedikarîn xwe îfade bikin jî tevlî me dibûn. Em wê demê 7 ke çûn polê. Piştî 2 rojan em bûn 9 kes. Piştre em bûn 13-20-25 kes. Me dît ku êdî faşîst li cem me kêm mane. Ji ber ku girseyekî mezin hebû. Me nedizanî kîjan faşîst in. Dema ku fêmkirin nikarin êrîşî me bikin wê demê bombe avêtin. Berê jî ixbara dê bombê bê avêtin hatiye. Lê tedbîr nehatiye girtin. Wekî doza Hrant Dînk. Çalakiya ku hemû kes dizane ye. Em piştre ji vê agahdar bûn. Piştî me kuştina 7 xwendekarên TÎP'ê hene. Piştî mehekê mamosteyê kme Server Tanîllî birîndar kirin, Felc bû. Piştre Cavît Tutengîl xistin. Gelek hindekar kuştin."

Surek têkîldarî dema qatlîamê jî gotina "Bombe 10-15 metre li pişt min ket. Bi tesadufî ez xilas bûm. Ger ku 10 metre li pişt bûma niha ez jî tunebû. Ji bo me yek ji qatlîamên dîktarotiya faşîst e. Yek ji çalakiyên kontgerîla ye" bi kar anî.

Surek bi lêv kir ku li ser qatlîamê 39 sal derbas be jî dewlet nehatiye guhertin û wiha berdewam kir: "Di nava 39 salên derbasbûyî de li Tirkiyeyê tiştek nehat guhertin. Dîsa me ji tecrubeyên xwe ev fêm kir ku çîna karkeran, kedkar û gel çiqas têkoşîna xwe xurt bikin îşkence, qatlîam û binpêkirin demekî paşve gav davêjin. Li Tirkiyeyê 4-5 sal in îşkence tunebû. lê ev saleke dawî ye dîsa dest pê kirn, li qereqolan li girtîgehan. Li gorî rewşa siyasî diguhere. 20-30 sal derbas bû lê rewşekî ku mirov dewlet êdî hemdem bûne, demokratîk bûne tuneye Dewlet heman dewlet e."

'39 SAL IN EM BI TESADUFÎ DIJÎN'

Surek got ku her sal diçin cihê ku hevalên wan hatiye kuştin û wiha axivî: "Her ku diçim heman tiştan dijîm. Em ji bo hevalên xwe xemgîn dibin. Em qala tiştên ku qewimîn dikin. Bêguman em zêde nafikirin lê em dibêjin ku 39 sal in bi tesadufî dijîn. Em her sal ji bo ku nîşan bidin me hevalên xwe ji bîr nekiriye diçin wê derê."

SUrek her çiqas mexdûrê qatlîamê be jê di heman demê de di dozê de parêzer e jî û ji bo vê yekê jî wiha got: "Me doz şopand gelek demdirêj berdewam kir. Ji dozan encamek derneket. Jixwe kuştinên kiryar nediyar ên ku dewlet di nav de ye tu caran heta niha bi encame nebûne. Kiryar nehatine cezakirin."