Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî hat binçavkirin

AMED - Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî hat binçavkirin.

Cîgirê Hevserokê Giştî û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî serê sibê li mala xwe hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Bîlîcî nehat zanîn. Bîlîcî piştî hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hat zanîn ku gelek hes li Amedê hatin binçavkirin. Bîlîcî berê ji aliyê rojnameya Akit a 25'ê Sibatê ve wekî “PKK'iyê ji dewletê re gotibû ‘katil’ dîsa karê wî îade kirin' hedef hatibû nîşandan. Rojnameya Akît ku her dem bi sorkirin û tevliheviyê tê zanîn dîsa sor kiribû.