668 hezar mirov li karvanê betalan zêde bû

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Îstatîstîka Tirkiye (TÛÎK), rapora îstatîstîka betaliya meha Kanûna 2016'an a betaliyê aşkere kir. Li gorî daneyên TÛÎK'ê hêjmara betaliyê li gorî salek berê 668 hezar mirovên betal li karwana betalan zêde bû û hêjmara betalan gihişt 3 milyon û 872 hezaran.

Saziya Îstatîstîkên Tirkiye (TÛÎK), rapora meha kanûna 2016'an a betaliyê aşkere kir. Li gorî daneyên TÛÎK'ê, rêjeya betaliyê 1,9 puan zêde bû û rêjeya betaliyê gihişt asta 12,7'an. TÛÎK'ê diyar kir ku salek berê rêjeya betaliyê 2,2 puan bû û rêjeya ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de ji 4,8 puan zêde û û derket rêjeya ji sedi 24'an. Rêjeya betaliya kesên temenê wan 15-64 salî jî 1,9 puan zêde bû û derket rêjeya 12,9'an. Di kanûna 2016'an de li gorî salek berê 221 karker zêde bûn û hêjmara karkeran derket 26 milyon 669 hezaran. Li gorî daneyên TÛÎK'ê hêjmara betaliyê li gorî salek berê 668 hezar mirovên betal li karwana betalan zêde bû û hêjmara betalan gihişt 3 milyon û 872 hezaran. Dîsa di kanûna 2016'an de kesên bê ewle û sîgorta dixebitin 0,6 puan zêde bû û rêje gihişt ji sedî 32,7'an.