Nivîskar Dana Celal: PDK'ê li şûna AKP'ê, YBŞ'ê wekî hêzeke dagirker dibîne

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Kurd Dana Celal êrîşên komên PDK'ê yên li ser Şengalê şermezar kir û diyar kir ku PDK'ê li şûna AKP'ê wekî dagirker bibîne, YBŞ'ê wekî hêzeke dagirker destnîşan dike.

Nivîskarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Dana Celal derbarê êrîşên komên PDK'ê yên li ser Şengalê de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Dana Celal êrîşên dawî yên li ser gelê Şengalê ku di encamê şehîd bû birîndar çêbûn, bi tundî şermezar kir û got ku: ¨Ev êrîş bi kesên ku îradeya gelê Şengalê yê berxwedêr radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin, pêk hat. Ev şerê Enqera yê li dijî berxwedêrên Kurde.¨

Celal destnîşan kir ku gelek armanc li dû êrîşên li ser Şengalê hene û wiha pê de çû: ¨Piştî ku serokê PDK'ê serdana Enqerayê kir, ev êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de, pêşmergeyên Rojava yên ku ji aliyê MÎT'ê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin û rasterast di bin fermana PDK'ê de tev digerin û çeteyên PDK'ê, cih girtin. Ev yek dide xuyakirin ku gelek armanc li pişt vî şerî hene.¨

'PDK'ê, YBŞ'Ê WEKÎ HÊZA DAGIRKER DIBÎNE

Celal diyar kir ku PDK'ê li şûna hêzên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê wekî dagirker bi nav bike, hêza YBŞ'ê ya ku ji ciwanên Kurd ên Êzidî hatiye avakirin wekî dagirker destnîşan dike û wiha axivî: ¨Li şûna ku PDK'ê lêbûrînê ji gelê Şengalê bixwaze ku ew radestî çeteyên DAIŞ'ê kirin, bi xwe êrîşî wan dike. Li şûna ku hesab ji kesên ku gelê Şengalê di nav pençên çeteyan de hiştin, ew neparastin û reviyan bixwaze, keleşên xwe di rûyê berxwedêran re hildide. Ev êrîş di di çarçoveya planekê de pêk hat, armanca vê yekê gurkirina şerê di navbera Kurdên Rojava û Başûrê Kursdistanê de ye.¨

Nivîskarê Kurd Dana Celal di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku tişta ku niha li Şengalê rû dide berdewama bûyerên ku di dîrokê li wê herêmê qewimî ne ye û wiha got: ¨Gelê Şengalê parastina ola xwe û axa kirin.¨