Di teqîna li Şemrexê de 2 leşker mirin

MÊRDÎN - Li ser rêya Mêrdîn-Amedê teqînekê rû da. Di teqînê de 2 leşker mirin

Li ser rêya bejahî ya navbera Mêrdîn û Amedê teqînekê rû da. Hat diyar kirin ku di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li ser rêya Mêrdîn-Amedê, li nêzî navçeya Şemrexê saet di 08.40'am de dema leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan Aksuyê derbas dibûn teqînekek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî teqînê gelek ambulans çûn cihê bûyerê. Hat zanîn ku demekê rê li trafîkê hat girtin.