Waliyê Rihayê heta 30 rojan hemû daxuyanî û meş qedexe kir

RIHA - Waliyê Rihayê ji 10'ê Adarê heta 8'ê Nîsana 2017'an hemu şahî, daxuyanî û meş qedexe kir. Bê vê biryara walî pîrozbahiya 21'ê Adarê û 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî hat qedexekirin.


Walîtiya Rihayê ji bo 30 rojan biryar da ku heşû hayî û pîrozbahî li Rihayê bên qedexekirin. Walîtiyê di biryarê de diyar kir ku di navbera 10'ê Adara 2017'an û 8'ê Nîsana 2017'an de 30 rojan li navenda bajar û navçeyên Rihayê hemû meş, daxuyanî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Walîtîyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bilî saziyên cewaweriyê, komeleyên di xizmeta cemaweriyê de zanîngehaê û xebatên partiyên siyasî yên hilbijartinê, hemû meş, daxuyanî û û mîtîng, vekirina çadiran û stantan hatiye qedexekirin. Waliyê diyar kir kir ku li gorî hêmara 2935 a OHAL'ê û xala 11.'an hêjmar 5442 a Zagona Bajaran û hêjmara 2911'an di navbera 10'ê Adara 2017'an û 08'ê Nîsana 2017'an de 30 rojan li Riha û navçeyên girêdayî Rihayê hatine qedexekirin. Ji bo bernameyên ku bên sazkirin jî divê herî kêm 48 saet berê serî li midûriyeta polîsan a Navçe û bajêr bê dayîn.

Bi vê biryarê Newroza ku li Rihayê bê pîrozkirin û pîrozbahiya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat qedexekirin.