Parêzerekî stajyer û xwendekarek hatin girtin

ENQERE - Li Enqereyê ji 13 xwendekarên ku di 8-9'ê Adarê de hatibûn binçavkirin jê 2 xwendekar hatin girtin.

Li Enqereyê di 8-9'e Adarê de 13 xwendekarên Zanîngeha Enqereyê (AU), yên Kampusa Cebecî di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Xwendekarên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin. Piştî xwendekar sewq kirin xwendekar Emrah Bakir û parêzerê Stajyer Ali Can Sut, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Xwendekarek li dozgeriyê hat berdan û 10 xwendekar jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Xwendekar ji ber bûyerek di sala 2015'an de li Fakulteya Hiqûqê pêk hatibûn hatibûn binçavkirin.