AMED - Cîgirê Hevserokê DBP'ê Seydî Fırat, ji Girtîgeha Xerpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê hat kirin.
Cigirê Hevserokên Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Seytî Firat ku ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 29'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê. Firat sewqî girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Tekirdagê hat kirin. 3 girtiyên bi navê Îzzet Tekin, Burhan Barut û Îdris Ozalp ên ligel Seydî Firat hatibûn girtin û şandibûn Xerpêtê nehat zanîn ku sewqî kijan girtîgehê hat kirin.