Hevşaredarê Gundikê Melê hat binçavkirin

ŞIRNEX - Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê di serdegirtina avahiya şaredarî û avahiyên HDP û DBP’ê de, tê de Hevşaredar Abdullah Tûnç jî heyî bi giştî 3 kes hatin binçavkirin.

Li Şirnexê, leşkeran di ser avahiya bajaroka Gundikê Melê, DBP û HDP’ê de girtin. Di serdegirtinan de li her sê avahiyan jî lêgerîn pêk hatin û piştî lêgerînê, Hevşaredar bajaroka Gundikê Melê Abdullah Tûnç, Hevserokê DBP'ê Sadûn Sezer û xwediyê avahiya ku rêxistinên DBP û HDP tê de ne Mehmet Îşçen binçav kirin.

Piştî lêgerîna leşker ji avahiyan derketin û hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Qereqola Jendermeyê ya Balverenê.

Li Şirnexê heya niha tê de şaredariya bajêr jî heyî 5 şaredariyên navçeyan û 5 bajarokên ku şaredariyên wan di destê DBP'ê de bûn qeyûm hatin tayînkirin. Heya niha tenê şaredariya Gundikê Melê di destê DBP'ê de maye.