GIRKE LEGÊ- Bi sedan şêniyên bajarê Girke Legê û gundewarên ji bo şermezarkirina êrîşa komên PDK'ê berê xwe dan qada şehîd Xebat Dêrik û meşiyan.
Bertekên gel li hemberî êrîşa komên pêşbergeyên çekdar ên girêdayî PDK'ê yên li ser gel ku duh Nazê Nayîf Qewal jiyana xwe ji dest dan û 15 welatî birîndar bûn, didome. Şêniyên bajarê Girke Legê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrîşa komên PDK'ê herikîn qada şehîd Xebat Dêrik da ku tevlî çalakiya şermezarkirina êrîşan bibin. Di destê şêniyan de pankartên binivîsên "Na, ji hevpeymanên Tirkiyê", "DAIŞ û PDK`ê", "Bijî berxwedaniya Kurdistanê ya li Şengalê", "Bakur û Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ`ê", "PDK`ê, Erdoxan û Meclîsa Stenbul a Kurd", "Şengal me te rizgar kir û em ê te biparêzin" vekirin û meşiyan.
Girse dê li kolanên giştî yên bajarê Girke Legê bimeşin û li navenda bajar rawestin.Piştre dê li vir daxuyaniyê bidin.